Siyaset

Jinên siyasetmedar: Hedefgirtina jinan ji bo şikandina îradeya wan e

Hêzên dijberî jin û doza wan çalakvan, xebatkarên civakî, siyasî, rêveberî û aborî dikin hedef. Armanca wan ew e ku îradeya jinan têk bibin û nehêlin ku rêya ku tê de banga mafên xwe dikin, dewam bike û rola xwe ya rast di parastina aramî û aştiyê de pêk bînin.

Di nava salên borî de gelek sûc li dijî jinên Sûriyê hatin kirin; sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ên bi navê Ehrar El-Şerqiye ve di dawiya sala 2019`an de hate şehîdkirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 23`yê Hezîrana 2020`an de malek li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê Kobanê bi balafireke bêmirov kir hedef û di encama wê de 3 jin ku du ji wan endamên Koordînasyona Kongreya Star bûn (Zehra Birkul, Hebûn Mele Xelîl û Emîna Weysî), şehîd bûn.

Çeteyên DAIŞ`ê hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir a navçeya El-Deşîşa ya başûrê Hesekê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr di 22`yê Çileyê de revandin, ber bi cihekî ne diyar ve birin û paşê qetil kirin.

Girêdayî mijarê endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Rojava Derya Remedan û berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat ji ANHA`yê re axivîn.

‘XURTKIRINA DAIŞ`Ê‘

Derya Remedan got: “Di demên dawîn de em dibînin ku komên wekî DAIŞ`ê careke din xurt dibin. Xurtbûna wê jî bi destekdayîna dewleta Tirk e. Ew çete mafên jinan bi rêya hedefgirtina wan wekî ku çawa her du rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser şehîd xistin, binpê dikin.”

Derya Remedan da zanîn ku gefên dewleta Tirk destekê didin çalakbûna çeteyên DAIŞ`ê û wiha domand: “DAIŞ nema dikare bi awayekî yekser şer bike. Ji ber hêzeke rastî li ser erdê heye, şer dike û çalakbûna wê disekinîne. Ji ber wê jî tişta ku dikare bike sûcên derexlaqî ne.”

Derya Remedan wiha domand: “Hikumeta Tirk û komên alîgirên wê baş dizanin ku bingeha projeya Rêveberiya Xweser berxwedan û rizgarkirina jinan di hemû aliyan de ye. Her wiha baş dizanin ku beşdarbûna jinan di projeya Rêveberiya Xweser û di Rojava de berbiçav e. Di şerê li dijî DAIŞ`ê û têkbirina wê de, di çareseriya siyasî, dîplomatîk û rêveberî de, pêşeng bû.”

‘HEDEFGIRTINA RÊVEBERIYA XWESER‘

Derya Remedan destnîşan kir ku hedefgirtina jinan li Rojava tê wateya hedefgirtina projeya Rêveberiya Xweser û wiha axivî: “Ji destpêkirina şoreşa Rojava ve gelek mînak hene, wekî Hevrîn Xelef, dayika Eqîde, Emîna, Zehra, Seîda û Hind. Çete nûnertiya zîhniyeta desthilatdar dikin. Divê em têkoşîna xwe li hember van siyasetan bilind bikin heta ku azadiya xwe bi dest bixin.”

Derya sûcê li dijî her du jinan li bajarokê Til El-Şayir şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û pirs kir ku gelo heta kengî wê rêxitinên mafên mirovan bêdeng bin û kengî dê qanûnên xwe pêk bînin?.

Derya Remedan got divê civaka navnetewyî li hember sûcên qirêj û gefên dewleta Tirk bisekine û divê biryarên lezgîn di vî alî de bistînin.

Derya Remedan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev sûc tekez dikin ku projeya me rast e û dikare li hember wan bisekine. Ew baş zanin ku berxwedana me berdewam e. Ji ber wê jî me dikin hedef da ku azadiya me têk bibin. Lê belê ev nayê wateya ku emê bişkên û berxwedana me dê kêm bibe. Hêza me ji bo serxistina vê projeyê û serketina li dijî dijmin, zêdetir dibe.”

‘DERBKIRINA ÎRADEYÊ’

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat jî sersaxî da malbatên Seîda El-Hermas û Hind El-Xidêr ku 22`ê Çileyê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû şehîdxistin û diyar kir ku ev ne cara yekê ye ku jin bi vê rengî tên hedefgirtin û wiha dewam kir:”Beriya wan jî gelek jinan xwe feda kiribûn û ji bo ku guhertinekê di civaka Sûriyê de pêk bînin û Sûriyeke bi ewle ji bo gelê Sûriyê ava bike, jiyana xwe xistin xetereyê.”

Lîna Berekat hedefgirtina jinan ji aliyê DAIŞ`ê û şaneyên wê yên veşartî ve, wekî derbkirina îrade û azadiya jinên azad bi nav kir û wiha lê zêde kir: “Di dema niha de, bi taybetî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna xwe îsbat kirin û gelek qeyd şikandin. Her wiha gelek sînorên ji wan re hatibûn danîn derbas kirin û beşdarî hemû qadên jiyanê yên leşkerî, siyasî, çandî, civakî û aborî bûn û xwe tê de îsbat kirin.”

Lîna daxuyand ku komên terorîst ji têkoşîn û azadiya jinan ditirsin û wiha axaftina xwe domand: “Ji ber ku ji bilî jinan kes nikare civakê ji van fikirên tarî rizgar bike û nikare rêxistina bi navê DAIŞ`ê hilweşîne. Dema ku jinan li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer dikirin, ew ji ber jinan direviyan. Ji bilî jinan kes nikare fikirên tarî bi dawî bike. Jin bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiya xwe û azadiya mirovan, van fikirên tarî yên DAIŞ`ê tune dikin.”

Lîna Berekat destnîşan kir ku ne tenê DAIŞ li dijî jinan sûcan pêk tîne, lê belê dewleta Tirk ku parçeyên ji xaka Sûriyê wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Ezaz û Cerablus dagir dike, sûcan li dijî jinan pêk tîne. Lîna îşaret bi bêdegniya civaka navneteweyî ya li hemberî van sûcan kir û got: “Jin tên revandin, tecawizkirin û kuştin, di aliyê cinsî de tên bikaranîn, ew ji bo Lîbya û cihên ku çete lê ne tên şandin. Dewleta Tirk a dagirker van sûcan bê wîjdan û bê hestên rûmetê û şerefê li hemberî wan jinan, pêk tîne.”

DAXWAZ

Lîna Berekat daxwaza mafên wan jinan kir û ev tişt got: “Wek Meclisa Jinan a Sûriyê em daxwaza mafên wan jinan dikin. Em dixwazin ku aliyên navneteweyî piştgiriyê bidin têkoşîna me ya ji bo azadiya jinan û ji bo bidawîkirina van binpêkirinan bi lez bikevin tevgerê û komkujiyên li dijî jinan rawestînin. Gelek sûcên bi vê rengî li pêş çavên me tên kirin, wekî qetilkirina Hevrîn Xelef.”

Lîna Berekat wiha axaftina xwe dewam kir: “Divê helwesteke navneteweyî ya zelal li hemberî van bûyeran hebe û divê gelek biryar der heqê wan sûcdaran de bên dayîn. Ji bo bidawîkirina van sûcan, divê hevkarî hebe û dengê me bigihêje qadên navneteweyî. Her wiha divê jin beşdarî çareserkirina aloziya Sûriyê bibin. Îro, yên tên kuştin, revandin û tecawizkirin jin in, ji mafê wan e ku hebûna û beşdarbûna xwe ya aktîv di çareserkirina aloziya Sûriyê de û di bersivdayîna van xeteriyan de, îsbat bikin.”

Lîna da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê ku jin hedef girtin, ew kirin kole, li sûkan firotin û hemû cureyên binpêkirinên fîzîkî û cinsî li dijî wan pêk anîn, bi hedefgirtina wan jinan xwestin vê nameyê bidin hemû jinan “heke hûn ji derveyî vê yekê derketin û we xwest ku hûn azad bibin û hebûna xwe îsbat bikin, em li pêşiya we bin û em ê we bikujin.”

Lîna piştrast kir ku nameya wan gihaştiye û got: “Lê belê emê têkoşîna xwe di vê rêyê de dewam bikin. Ev rêya azadiya me, azadiya jinên Sûriyê û azadiya hemû jinên cîhanê ye.”

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em îro bi navê hemû jinên cîhanê li hemberî hêzeke herî terorîst disekinin. Heta em azadiya xwe bi rengê ku li me û mirovahiya me tê bi dest bixin, em ê têkoşîna xwe di vê rêyê de bidomînin.”

ANHA

Back to top button