Meclisa Jinan a Sûriyê panelek li Reqayê li dar xist
Panel bi amadebûna endamên Nivîsgeha Jinan a MSD’ê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê, jinên siyasetmendar û çalakgerên hiqûqî hate lidarxistin. Edîtora Saziya Rozana ya Ragihandinê Luceyîn Yûsif bi rêya Skype beşdar bû.
JIN DI DESTÛRÊN SÛRIYÊ DE
Endama rêveber a Nivîsgeha Jin a Meclisa Jinan a Sûriyê Şemis Sîno, rewşa jinan di destûra Sûriyê de şîrove kir û got: “Di sala 1950’an, destûr bi navê destûra serbixwe bû, ev destûr a tekane bû ku ji aliyê komeleyeke damezrîner a hilbijartî ve hatibû dayîn. Di vê destûrê de rêgezên dewleta Sûriyê ku nûnertiya hemû sûriyan dike, derket. Her wiha ev destûr banga azadiyên giştî yên ferd û rêzgirtina wê dike, di nav de mijara jin û rola wê wekî ferdek di civaka Sûriyê de hatibû destnîşankirin.”
Şemis Sîno behsa destûra sala 1952’an kir û wiha domand:”Di vê destûrê de mafê jinên Sûriyê di referdoma li ser destûrê de û girîngiya rola jinan û peydakirina derferan da ku rola wan di hemû aliyan de aktîv be, hatin destnîşankirin.”
MEKANÎZMEYA PÊKANÎNA DESTÛRÊ YA DI NAVA QANÛNÊN PARASTINA JINAN
Di nava nîqaşan de, Endama Koodînasyona Platforma Ciwanan a Meclisa Jinên Sûriya Meha El-Hiweydî axivî û got, destûr îşaretê pê dike ku jin di qada siyasî, civakî, civakî, çanda û aborî de bibe xwedî roleke aktîf.
DI ZAGONÊN SÛRIYÊ DE CÛDEKARIYA LI DIJÎ JINAN
Têkildarî cûdekariya li dijî jinan a di qanûnên Sûriyê de, endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Fatima El-Teyar got: “Qanûna bi biryarnameya 276 a sala 1969’an, cûdakariya li dijî jinan li ser du astan digire nav xwe, ya yekem cûdakariya di navbera zayendan de ye, ya duyem jî ji ber girêdana neteweyî an etnîkî ye. Di encamê de em dikarin bêjin ku qanûn ne destûrî ye, ji ber ku dijî prensîbên herî bingehîn ên ku di destûra Sûrî de hatine destnîşankirin.”
Di panelê de nîşqaş li ser qanûnên parastina jinan ên dadgeha herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cudahiya wê ji qanûnên li deverên din, hatin kirin.
ANHA