Siyaset

Têkoşera dijî komplogeran…Viyan Soran

Viyan Soran ku digot, ‘min bersiva hemû pirsên xwe di PKK’ê de dît’, berê niha 15 salan, li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi taybet jî hewldanên tasfiyekirina PKK’ê çalakiyeke fedayane dîrokî ya tije peyamên îdeolojîk, felsefîk lidar xist, bersivekî weke volkanê da komplogeran.

Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Caf di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Viyan ji eşîreta Caf e. Di sala 1997’an de beşdarî nava refên Partiya Karkerên Kurditanê (PKK) dibe. Viyan di encama nakokiyên xwe yên bi pergala mêr ya di nava eşîret û malbatê de biryara ketina ser rêyeke nû dide. Lê, malbat li dijî radibe. Malbata Viyan ji bo wê paşde vegerînin her cûre hewldanê didin lê, nikarin Viyan ji rêya wê vegerînin. Malbat rayedarên PKK’ê jî tengav dike da keça wan bizivirînin. PKK jî dibêje, va hun û keça xwe hev îqna bikin. Viyan, derdikeve pêş malbatê û wiha dibêje: “Ez bi ti awayî bi we re nayêm. Ez diçim cihê ku daxwaza xwe ya azadiyê lê bi cih bînim’.

Têkoşîn û lêpirsînên Viyan bi beşdarbûna nava PKK’ê re vegûherî qonaxeke hîn dijwartir û bilindtir. Tevî temenê xwe yê ciwan xwedî kesayeteke têr û tijîbû. Xwedî kesayeteke pijandîbû. Her kêliyeke xwe bi wate û dagirtî derbas dikir. Temeneke kurt lê, watedar jiyan kir. Temenê xwe ciwan bû lê, di demeke kurt de bû kesayeteke pêşeng a Başûrê Kurdistanê. Di astên herî jor yên tevgerê de erk û berpirsyarî girt ser şanê xwe. Li dijî êrîşên hindir û navxweyî yên li hember felsefe û fikrê Apoyî têkoşîneke bêeman da.

Viyan Caf di nava gelê Rojhilatê Kurdistanê de û gelê Başûrê Kurdistanê de bi roleke pêşeng rabû û xizmetê ji azadiya gelê xwe û jinan re kir. Di sala 2004’an de di nava komîteya ji nûve avakirina PKK’ê de cih girt. Yek ji wan 12 kesên Rêberê PKK’ê pejirandibû PKK’ê ji nûve ava bikin de jî Viyan Caf bû. Viyan Caf baweriyeke mezin a tevgerê û hevalên xwe girtibû. Çavkaniya bawerî û hevaltiyê bû. Di rêveberiya PKK’ê û fermandariya YJA-Star’ê de cih digirt.

Viyan Caf di sala 1998’an de beşdarî konferansa Başûrê Kurdistanê dibe. Piştre weke weke kandoreyekê di sala 2000’an de beşdarî konferansa Rojhilatê Kurdistanê ya li Qendîlê dibe. Piştî vê konferansê tevlî xebatên rêxistinî yên Rojhilatê Kurdistanê dibe û di demekî nêz de dikeve dilê gel de û rolekî dîrokî dibîne. Weke Endama Damezirandina ‘Tevgera Çareseriya Demokratîk’ tê erkdar kirin. Piştre di sala 2002’an de beşdarî yekemîn Kongreya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) dibe. Weke endama Rêveberî û Polîtboruyê erk digire.

Viyan xwedî rih û hişmendiyeke dewlemend a netewîbû. Ji lewma li Rojhilat xebatê da meşandin û piştî wê jî li ser israra xwe xwast derbasê Bakurê Kurdistanê bibe. Li ser vê esasê jî derbasê YJA-Star’ê bû.

Viyan Soran şeva 1 li ser 2’yê Sibatê sala 2006’an li herêma Heftenînê li dijî komploya navdewletî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hewildanên tasfiyekirina PKK’ê ya di hundir de çalakiyek fedayane lidarxist û li pey xwe jî çend name hişt.

Ji berî çalakiya xwe di nameyên ku nivîsîn de ev peyam da; “Ez dixwazim vê ji we re bêjim; êdî dema wê hatiye ku, bibim bersivek ji bo dewletên desthilatdar, zilamên zordar û derewîn. Ji bo vê jî şeva 15’ê Sibatê dikim şeva sizakirina wan û mîna volqanekî nefreta hûndirê dilê xwe diteqînim… . Di nîvê zivistaneke zor û zehmet de bi têhna agirê bedena xwe ez dixwazim peyamekê bidim û di vê peyamê de bang bikim. Ev peyama min jî peyama azadiyê ye. Banga min jî, banga parastina Rêber Apo, bilindkirina çalakî û tekoşîna gihîştina serkeftinê ye… Lewaziya Kurdan ya her parçeyek dibe lewaziya tevayê Kurdistanê. Çarenivîsa her parçeyek Kurdistanê wek goşt û nînok biheve girêdaye. Bi taybet heya li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, zehmete Kurd bikarin li parçeyên din ên Kurdistanê bi azad bijîn. Li ser vê bingehê bang li gelê Kurd yê Başûr dikim bêdengî û bê berpirsyartî li beramberê şoreşa Bakurê Kurdistanê nepejirînin. Ji berku bêdengî mirinê bi xwere tîne.”

ROJ news

Back to top button