Civak û çandwêje

Çanda dengbêjiyê emanetê hunermedên ciwan e

Çanda dengbêjiyê ku kevneşopiya wêjeya Kurdî ya devkî ye; ji aliyê hunermendên ciwan ve tê parastin. Ji van hunermendan Evîn Dulek û Sarya Ertaş tevî temenê xwe yê ciwan bi stranên ku dibêjin ji aliyê her kesê ve tên nasîn. Evîn û Sarya dibêjin ku ew bi dengbêjiyê xwe azad hîs dikin.
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed- Çanda dengbêjiyê ya bi sedan salan e rola wêjeya Kurdî ya devkî lîstiye; bi heman hestan, ji nifşan digihîje nifşên din. Stranên ku behsa qerhemaniyan dikin ji stranên şer bigre, heta nêçîrvaniyê, ji xweşbûna biharê bigre heta dawet, şahî û hawaran, her bûyera rûdayî di nava xwe de dihewîne. Ev çanda qedîm û kevnar bi saya dengbêjan gihîştiye heta nifşên îro.
Evîn Dulek û Sarya Ertaş li Akademiya Ma Muzîkê hem dersên muzîkê didin hem jî perwerdeya dengbêjiyê digrin, li ser şopa dengbêjan, mîrasa pêşiyên xwe didomînin. Her du hunermendên ciwan diyar dikin ku dengbêjiya tê wateya teşe, jiyan û reng, ji çanda jinan a berxwedêr hatiye û dibêjin ku ew Eyşe Şan û Meryem Xanê ji xwe re mînak digrin.
“Ez bi stran û loriyên dengbêjan mezin bûm” 
Dengbêja ciwan Sarya Ertaş a 23 salî dibêje ku ew ji 10 saliya xwe ve bi muzîkê re eleqedar dibe û diyar dike ku bi stranên dengbêjan ên ji bavê xwe guhdarî kirine, meraqa wê çêbûye. Sarya Ertaş diyar dike ku bavê wê bi salan e di girtîgehê de ye, di her axaftina bi telefonê de wekî dema zarokatiya wan, stranên dengbêjan ji wan re dibêje, ji ber vê yekê dengbêjî ji bo wê xwedî wateyên gelek cuda ye. Sarya dibêje: “Dengbêjî ji bo min hesteke bê pênase ye. Ez ji bavê xwe hîn bûm lê min hunermendên mezin ên ên wekî Meryemxan, Eyşe Şan û Şehîd Mizgîn ji bo xwe mînak girt. Em ji pêşiyên xwe hînî dengbêjiyê bûn. Hûn bi dengbêjiyê hestên xwe yên dijîn vedibêjin. Divê ev mîrasa çandê her dem bidome. Îro em lê sibê dê şagirdên din, jin pêşiyên xwe mînak bigrin û van stranan bibêjin.”
“Ez xwe azad hîs dikim” 
Sarya Ertaş diyar dike ku dema stranên dengbêjiyê dibêje, xwe li cihê dixwaze lê be dibîne û azad hîs dike û wiha didomîne: “Ji bo min gotina stranên dengbêjiyê kêfxweşiyek mezin e. Dema ku mirov xwe û nirxên xwe nas bike û bixebite her tişt xweştir dibe. Em jî ji jinan, ji jinên ku hestên xwe bi gotinan der dikin hînî vî riyê bûn. Di vê xalê de divê ciwan daxwazên xwe, malbat jî zarokên xwe teşwîq bikin. Wekî jinek, ez xwe li vir azad hîs dikim. Bi saya vê azadiyê jî ez her dem xwe bi pêş dixim. Divê jin û ciwan xwe bi zimanê xwe, bi huner û nirxên xwe biafirînin.”
“Zanîna dîroka dengbêjiyê meraqa te zêdetir dike” 
Dengbêj Evîn Dulek a 27 salî jî dibêje ku ji ber ew li gelek deran stranên dengbêjiyê dibêjin ev yek wan bextewar dike û wiha didomîne: “Ciwan û zarokên vê demê wisa bi hêsanî li dengbêjan guhdarî nakin. Em jî berî wisa bûn lê piştî ku tu bi dîroka xwe dizanî, meraqa te çêdibe. Dema tu baş difikirî jî dixwazî wekî hunermendên Kurd stranan bibêjî. Ji dema ku min dengbêjan nas kir û vir ve hewl didim di riya wan de biçim. Me bi mamosteyên xwe yên vê derê re dest bi gotina stranên dengbêjiyê kir. Beriya dest pê bikim min ji xwe re digot ew ê zor be ez ê nikaribim bibêjim lê piştî xebatê min dît ku ez dikarim bikim, vê yekê min pir kêfxweş kir. Hem ji bo zanîna nirxên xwe hem jî jiyandina wan nirxan ev çandeke pir hêja ye.”
 “Dengbêjî ji berxwedêriya jinan çêbûye” 
Evîn Dulek got ku jinan destpêkê stranên dengbêjiyê gotine û heta roja me anîne û wiha domand: “Dema em li dîrokê jî dinêrin dibînin ku dengbêjî ji aliyê jinan ve çêbûye. Ji berxwedan û hawara jinan der bû. Mêrên dengbêj jî zêde ne lê bi ziman û gotinên jinan dengbêjî heta roja me hat. Niha em jî wan ji xwe re mînak digrin û xebata xwe didomînin.”
Back to top button