Arşîv

Zaroka 14 salî ji destên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin

Bi berxwedana şervanên  QSD’Ê roj bi roj jin û zarokên Êzidî  ji destên DAÎŞ’ê rizgar dibin. Zarokek bi navê Renda Seydû Xidir ji destên çeteyan hat rizgarkirin. Rendayê, ji aliyê TAJÊ ve radestî malbata wê hat kirin.

 

3’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kiribû û bi hezaran jinên Êzidî dîl girtibû. Piştî fermanê ev sê sal in bi destên şervanên QSD’ê ji 500’î zêdetir  jin û zarokên Êzidî hatin rizgarkirin. Renda Seydû Xidir a 14 salî jî hat rizgarkirin. Renda Seyda Xidir ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve radestî malbata wê hat kirin.

 

Rendayê wiha behsa çîroka xwe ya serdema di destên DAÎŞ’ê de bû kir:”Dema em girtin me xistin zindana Badoşê. Li wir ceyran dan bedena me. Gelek caran gef li me dixwarin û digotin em ê we bikujin. Her roj li me didan û dema ku me bi ya wan nedikir îşkence bi me dikirin. Ez a niha gelek kêfxweş im ku ji destên çeteyên DAÎŞ’ê hatim rizgarkirin. Ez spasiya xwe ji hevalan dikim.”

 

Derbarê rizgarkirina zaroka Êzidî Renda, li ser navê TAJÊ  Edûli Eli axivî û wiha got: “Di serî de em xêrhatina Rendayê dikin. Îro careke din bi berxwedana QSD’ê zarokek Êzidî rizgar bû. Ev rizgarkirina keça me bi felsefeya serok Apo ve girêdaye. Em niha keçika xwe radestî malbata wê dikin û em hêvî dikin ku êsîrên din jî ji destên DAÎŞ’ê rizgar bibin.”

 

Jinmama Renda ya bi navê Edûli Mûrad jî axivî û wiha got: “Ez xêrhatina Renda dikim. Bi rastî em pir keyfxweş bûn. Keça me bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin. Em spasiya hevalan dikin.”

 

Back to top button