Siyaset

Foza Yûsif: DAIŞ û Tirkiye ji şoreşa jinê ya li Rojava ditirsin

Endama Desteya Hevseroktiyê ya PYD’ê Foza Yûsiv diyar kir, dewletên weke Tirkiyê yên dijminên jinan û êrîşên DAIŞ’ê wê nikaribin têkoşîna azadiyê ya jinan asteng bikin got, “Jinên Rojava ji bo hemû jinên cîhanê dibine hêvî. Divê hemû jin li destketiyên şoreşê xwedî derkevin.”

Endama Dîwana Hevseroktiyê ya PYD’ê Foza Yûsiv têkildarî sêcên li dijî jinan yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê de nirxandin kir.

Foza diyar kir ku dewleta Tirk ji pêşveçûna jinan ditirse, ji ber şoreşa jinê û geşedana civakî ji bo xwe weke talokeyê dibîne

Foza got:

Jinên li qadên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji bo hemû jinên cîhanê dibin hêvî.

Destkeftiyên li vir jî yên hemû jinan in. Divê hemû jin li vê şoreşê xwedî derkevin.

Foza Yûsif: Armanca êrîşan çewsandina vîna jinan e

Foza destnîşan kir ku dewletên weke Tirkiye û DAÎŞ wê nikaribin gavekê bi vîna jinan û têkoşîna azadiyê bidin avêtin û wiha domand:

Dewleta Tirk naxwaze geşedanên li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê bandorê li ser civaka Tirkiyê û gelên Rojhilata Navîn bike.

Bi êrîşên ser jinan dixwaze şoreşa jinê qesl bike da ku jiyana paşverû û tarî li ser jinan ferz bike.

Foza Yûsif: Jinên Ereb li dijî DAIŞ’ê bi roleke pêşeng rabûn

Foza Yosif balkişand ser rista jinên ereb a dema azadkirina Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê û ev tişt bi lêv ki:

Jinên Ereb di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de û azadkirina qadan de bi risteke dîrokî û pêşeng rabûn.

Bi vê têkoşînê re li nav civaka Ereb guherîneke mezin çêkir.

Heke îro bi hezaran jin derdikevin qadan, têdikoşin ev nîşan dide li nav jinên Ereb û civaka Ereb hêzeke mezin heye.

Endama Dîwana Hevseroktiyê ya PYD’ê Foza Yûsiv herî dawî teqez kir ku dijmin bi rêbazên xwe yên qirêj wê nikarîbe vîna me bişkîne û bang li hemû jinên cihanê kir ku bi hev re Şoreşa Rojava pergala jinan biparêzin.

Ronahî TV

Back to top button