Civak û çand
Ji temenê biçûk ber bi xeyalên mezin ve
Rêwîtiya jina ciwan Ruheyv Efrîn ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ber bi penaberiyê ve. Bi malbata xwe ve berê xwe dane wargeha penaberan a Mexmurê ya ser bi bajarê Musil ê Îraqê ye û li wê dijîn. Di nava malbatê de keça malê ya herî biçûk e û di her tiliyek wê de qabiliyet heye. Di temenê 7 salî de ketiye nava xebatên çandê. Hezkirina wê ya çandê wê ber bi muzîkê ve dibe û dixwaze xeyalên xwe mezintir bike, pêre fêrî ensturmanan jî dibe. Di nava enstrumanan de ya ku destpêkê xwestiye fêr bibe gîtar bû, ew fêrî dibe û niha bi awayekî baş gîtarê lê dixe. Di koma şano û muzîkê de jî cih digre. Me jî xwest em vê jina ciwan a ku xwesteka wê zêde ji çand û hunerê re heye nas bikin û em bizanibin ka çawa xwe digihîjîne xeyalên xwe.
‘Cihê muzîkê ji bo min cuda ye’
Ruheyv Efrîn a ji temenê zarokatî heya niha bi karê hunerê ve mujil e dibêje: “Min di 7 saliya xwe de dest bi karê çand û hunerê kir û heta niha jî bi eşqeke mezin berdewam dikim. Destpêkê min di koma Weqfa Jinê de dest bi kar kir. Koma me hemû ji keçên ciwan pêk dihat. Di heman demê de min di koma govendê de jî cihê xwe digirt. Piştî ku temenê min mezintir bû êdî hunera govendê min ji xwe re têr nedît û ketim nava muzîkê û pêre min dest bi gotina stranan jî kir. Dema ku min stran digot êdî xwestek û xeyalên min mezintir bûn û min dixwest fêrî enstrumanan bibim. Ensturmana ku min zêdetir jê hez dikir û dixwest fêr bibim gîtar bû. Li navenda çandê di temenê biçûk de fêrî rîtman bûm, dema hinek mezin bûm, fêrî gitarê bûm. 3 sal in bi awayekî baş fêrî gitarê bûme. Her wiha li navenda Çandê fêrî gelek hunerên cuda bûm. Niha li wargehê di beşên fîlm, şano û pêşkêşvaniyê de cihê xwe digrim. Ji ber ku cihê muzîkê ji bo min gelek girîng û cuda ye, heta niha min 4 klîbên xweser û 2 klîbên giştî tomar kiriye.”
‘Fêrbûna ensturmanekê û gotina stranekê hestek cuda ye’
Ruheyv bal dikşîne ser hezkirin û girîngiya muzîkê û wiha berdewam dike: “Her mirov dikare karê çand û hunerê bike lê ya girîng ew e ku ji karê xwe gelek hez bike. Ger mirov ji karê ku dike hez neke mirov nikare di wî karî de serkeftî be. Li gorî min fêrbûna ensturmanek an jî gotina stranekê hestek gelek xweş û cuda ye. Di destpêkirina karekî de elbet mirov zorî û zehmetiyan dikşîne heta ku digihîje astekê. Ji dema min dest bi karê çand û hunerê kir heta niha di nava civaka me de her tim rastî nerazabûnan dihatim, digotin çawa tu keçek biçûk, di vî temenî de bi tena serê xwe xebatên çandê didî meşandin lê belê ji ber eşqa min a ji muzîkê re ev gotin bandor li ser min nedikirin û min karê xwe bi eşqeke mezin dikir, heta niha jî dikim. Niha em gelek amadekariyên taybet dikin û projeyên me yên mezin hene. Lîstikên reqsê û kurtefîlm hene, em hewl didin di pêşerojê de van projeyan bixin meriyetê û pêşkêş bikin.”
‘Tişta ku civakê li ser lingan dihêle çand e’
Ruheyv Efrîn di dawiya axaftina xwe de bang li jinên ciwan kir û got: “Ez weke jinek ciwan a vê civakê bang li gelê kurd û bi taybetî li jinên ciwan dikim û dibêjim bila xwedî li çanda xwe derbikevin. Tu caran çanda xwe biçûk nebînin. Tişta ku civakê li ser lingan digre çand e, ger çand winda bibe civak jî wê tune bibe. Çand ji nifşek derbasê nifşeke din dibe, baweriya min bi jinên ciwan heye ku xwedî li çanda xwe derbikevin. Pêwîst e em jin çanda xwe biparêzin, kêm jî be divê hezkirina me ji bo hunerê hebe. Ji ber ku di warê hunerê de, civaka herî dewlemend civaka kurd e.”