Civak û çand

Li Qamişlo pêşangeheke hunerî hate vekirin

Amadekariya vekirina pêşangehê 2 mehan ji aliyê 17 danhêneran ve dom kir.Navenda Hunera Şêwekariyê ya Malva îro pêşangeh bi navê “Xecxecokê” li hola Zana ya bajarê Qamişlo vekir.Gelek şêniyên bajarê Qamişlo dema vekirina pêşangehê de amade bûn. Di pêşangehê de berhemên kardesteyan ji rîs, neqiş, tabloyên ji qişê û xîş û qamîş û tabloyên ku bedewiya xwezayê û rola jinan didin der hatin pêşandan.Şêwekar Nûrhîn Hisên a ji Serêkaniyê bi tabloya xwe bala gelek kesan kişand, tabloyên wê bi rengên tarî û hûrgiliyên watedar ku têde êşa jina ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye rave dike.Nûrhîn Hisên der barê tabloya ku xêz kiriye wiha got: “Di nava mehekê de min ev tablo xêz kir. Navê tabloya min  pênceşêra pêsîrê” ye, armanca min ji vê tabloyê ravekirina azara jina ku bi pênceşêra sîngê ketiye, nexasim di vê demê de ku zêde di nav jinan de berbelav bûye. Diya min jî ji ber vê nexweşiyê wefat kir û min bi çavên xwe zehmetiya ku dikişand didît.”

Back to top button