Siyaset

Dirpêça ser kampa Şehbayê cihê şermê ye

Rêveberiya Xweser ya Kantona Hesekê Zeyneb Mûrad got ku nêzîkatiyê hikumeta sûriyê cihê şermê ye û wiha domand: “Dorpêça ji hêla hikumeta Sûriyê ve li ser kampa Şehbayê hatiye danîn cihê şermê ye. Bi sedhezaran koçberên Efrînî li Şehbayê bi cih bûne û dibin dorpêçê de dijîn. Hemû deverên di destê Rêveberiya Xwesr de xistine dorpêkê û nahêlin ku xwarin û derman derbasî wan deveran bibe. Zihniyeta dewleta Sûriyê diyar e ku bê çi dixwaz e. her di nava hewildanan de ne ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegere mîna 2011’an ku her tişt di bin kontirola wan de bû. Ji bo rakirina dorpêçê bi temamî û gel bi aramî jiyan bikin emê têbikoşin.”
Zeyneb got ku heya niha beramberî vê rewşê tu rêxisitnên mirovî neketin e tevgerê û wiha domand: “Hikumeta Şamê li ser koçberan xwarin, vexwarin, av û mazut qut kirin. Heya niha jî Rêxisitnê Mafê Mirovan tu helwest yan daxuyanî li beramberî vê rewşê nîşan nedane. Divê ev nêzîkatiya Rejîma Sûriyê neyê qebûlkirin. Raste niha hinekî dorpêç hatiye vekirin, lê li gorî me Rêveberiya xweser nehatiye vekirin. Ji xwe armenca hikumetê ya serek ku bi rê û rêbazên cuda nakokiyê têxînin nava gelên ku li wê dijîn.”
Back to top button