Aborî

Gaveke nû ber bi pêşxistina aboriya jinan ve

Komîteya Aboriyê ya Jinan a navçeya Şedadê bi vekirina projeyan piştgiriya jinan dike.

Di vê dawiyê de firineke biçûk bi piştevaniya Desteya Aboriyê hat vekirin. Ew firin bi rêya peymana di navbera Xedîce Ehmed û Fatima Ewad û Komîteya Aboriyê de çêbû.Der barê mijarê de Xedîce Ehmed wiha got: “Ev firina biçûk xewna min bû, lê rewşa debarê bi min re nedibû alîkar ku ez vekin, li aliyekî din jî li sûka reş buhayê ard bilind e û êzingên pêwîst ji bo çêkirina miqdarekî baş ji nedihatin peydakirin.”

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/02/07/204357_khdyjh-alahmd.jpg

Xedîce Ehmed wiha axaftina xwe dewam kir: “Projeya firinê serkeftî bû, ji ber ku herêm  mezin e û pêwîstiya wê bi miqdarekî mezin a nan heye, piştî ku em hewcedariyên şêniyan bi cih tînin, em her nanekî bi 100 lîreyên Sûriyê difiroşin xwaringehan.”

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/02/07/204428_mnar-alalywy.jpg

Endama Komîteya Aboriya Jinan a navçeya Şedadê Menar Ilêwî destnîşan kir ku wan firin bi alîkariya du jinên ji gundewarên Şedadê vekiriye û wiha domand: “Pereyên 3 mehên destpêkê ji kar tenê ji sedî 5 ji Desteya Aborî re ye anku piraniya pereyên ku firine di 3 mehên destpêkê de derxe, ji her du jinan re ye.”

Rojane di firinê de derdora 500 nan tên pêjandin.Menar Ilêwî da zanîn ku ji ber li herêmê nan kêm bû, wan ev proje çêkiriye.Menar Ilêwî eşkere kir ku armanca wan ji vekirina vê projeyê ew e ku piştgiriya aboriya jinan bikin, derfetên kar ji jinan re peyda bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em bi hemû derfetên xwe hewl didin vê projeyê berfireh bikin û endaman zêdetir bikin. Em bang li Desteya Aboriya Jinan dikin ku miqdara ard zêdetir bike.”

ANHA

Back to top button