Arşîv

salvegera 23 mîn ya komploya navdewletî li ser Rêberê mirovahiyê , Rêberê gelê Kurd Rêber Apo

Koordînasyona kongra Star bi rasthatina komploya navdewletî ya li ser Rêber Apo daxuyaniyek nivîskî ji bo raya gîştî nivîsandin û ev Komplo bi tundî şermezar kirin , tê de bang li civakên azad kirin ku dawiyê li vê tecrîd û girtinê bîne .

DAXUYANÎ JI BO RAYA GÎŞTÎ:
Koordînasyona kongra Star bi rasthatina komploya navdewletî ya li ser Rêber Apo daxuyaniyek nivîskî ji bo raya gîştî nivîsandin û ev Komplo bi tundî şermezar kirin , tê de bang li civakên azad kirin ku dawiyê li vê tecrîd û girtinê bîne .
DAXUYANÎ WIHA YE :
Bi nêzikbûna salvegera 23 mîn ya komploya navdewletî li ser Rêberê mirovahiyê , Rêberê gelê Kurd Rêber Apo ya ku di dîroka 9 ê Cotmeha 1999an de bi destê istîxbaratên Turk , bi hevkariya Rêxistina Natoyê (Giladiyo)û desthilatdarên Kenya (Neyrobî)her wiha sefareta Yonanê piştî deketina Rêber Apo ji Sûryayê destpêkir û bi dîlgirtina Rêber Apo di dîroka 1999 an de bi dawî bû li Neyrobî yên ku qaşo mêhvanperweriya Rêber Apo ta du hefteyan dikirin , piştî şopandineke demdirêj li ser destê Mîtên dewleta Turk û hevalbendên wê , derketina Rêber Apo ya ji Sûryayê di sala 1998 an ji ber ku dewleta Turk gef li Sûryayê dixwarin , di encamê de hefpeymaneke bêbext , bi navê hevpemana Adenayê hate îmzekirin ku ta roja îro dibe hincet ku dewleta Turk destdirêjiya xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryayê bike .Rêber Apo bi destê istîxbarata Turk li paytexta Kenya (Neyrobî)hate revandin û birin cihekî nediyar , bi hevpeymana desthilatdarên Kenyayê . Komploya navdewletî ya ku di derbarê Rêber Apo de hate pêkanîn xelekek ji zîncirên komployên ku li ser gelê herêmê bi gîştî û bi taybet gelê Kurd hate çêkirin wekî hevpeymana Saykês Bîko û gelek hevpeymanên dîtir . Revandina Rêber Apo di bingeh de li dijî hevpeyman û zagonên navdewletî ye , bi taybet Insiyatîfa Ragihandina Cîhanî ya mafê mirovan û peymana dewletî ya taybet bi mafê sivîl û siyasetmedaran , ji ber ku Rêber Apo temsîla îradeya bi milyonan gelê Kurd û tevahî netewên ku birçiyê azadî, jiyana hevbeş û demokrasiyê ye . Bi teqek me berê ragihandibû û em radigihînin ku em ê xebatên xwe bi kaniya fikir û felsefeya Rêber Apo berdewam bikin û em zelal dikin ku bê azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn tuneye . Ji ber vê yekê banga me ji tevahî saziyên dadwerî , kesayetên ku bendewarên aştiya Rojhilata Navîn û Cîhanê ne ji bo azadiya Rêber Apo xebatê bikin û ji bo Rêber Apo her tiştê ku pêwîst e bê kirin bikin . Êdî wijdanê mirovahî bingeha felsefe û zayartiyê di girtîgehê de bimîne dûrî gel û doza demokrasiyê bimîne tehemul nake .Edî pêwîst e civaka rojhilata navîn bigihêje demokrasiya xwe. Di vê çarçoveyê de em berxwedaniya tevahî têkoşer û çalakgerên ku li dijî bêmafî û girtina Rêber Apo ketina nava çalakiyan silav dikin . Tecrîda girankirî li ser Rêber Apo li dijî hevpeymanên mafê mirovan û peymanên navdewletê ye . Banga me ji tevahî hezkirên aştiyê li cîhanê heye ku xebatên xwe yên aştiyane ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî berfireh bikin . Em weke Kordînasiyona Kongra Star ku ew jî yek ji berhemên fikirên Ocelanin , em baş dizanin ku Komploya navdewletî di kesayeta Rêber Apo de ya ku hate pêkanîn hate pêkanîn tenê Kesayeta Rêber Apo hedef negirt , lê belê îradeya gelê Kurd , gelên azad û bi taybet îradeya jina azad li cîhanê hedef digire . Ji ber ku Rêber Apo ne tenê hêz da jina Kurd , li kêlek wê hêz da jinên Suryan , Ermen ,Çerkez û tevahî jinên Rojhilata Navîn bi riya xwendina parêznameyên Rêber Apo û şopandina fikirên wî , her wiha hêz û îrade da jinên ku mafên xwe yê ku ji destê wan hatî girtin bi destxîne . Di dawiyê de banga me ji bo Meclisa Zagonên mirovan li yekîtiya Ewropa û Rêxistina Efûyê ya navdewletî ya mafê mirovan re heye ku di tevgerê kevin û dewleta Turk neçar bikin ku vê tecrîdê bi dawî bike û Rêber Apo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî çêbibe .
AZADÎ JI BO RÊBER APO
NA JI KOMPlOYA 15 SIBATÊ RE
KORDÎNASIYONA KONGRA STAR
13 .02 2021

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27