Siyaset

Mûna Yûsif: Ocalan rêya rizgarkirina jin û mirovahiyê ye

Di 9`ê Cotmeha 1998`an de Komployeke Navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hat û di 15’ê Sibata 1999`an dîl hate girtin

Her çend dewletên mezin xwest fikirên rêber Abdullah Ocalan asteng bikin, lê dîsa jî fikirên wî belav bûn, nexasim di nav jinan.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Mûna Yûsif ji bajarê Xezayê yê Filistînî ye. Mûna di salên 90`î de fikirên rêber Abdullah Ocalan nas kir.

Mûna Yûsif di sala 2014`an de tev li xebata Kongreya Star bû û der barê vê yekê got projeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye ji bo destpêkeke nû bû, ji ber ku dozên nehatine çareserkirin, çareser dike û ji wan jî doza gelê Filistînê ye.

Mûna Yûsif diyar kir ku wê tecrubeya neteweya demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêkanîn, piştî ku xwe îsbat kir ku ew tecrubeyeke nimûneyî ye, nas kiriye.

XALÊN HEVBEŞ ÊN DOZA KURDÎ Û DOZA FILISTÎNÊ

Mûna Yûsif bal kişand ser sedemên ku hiştiye rastiya fikirên rêber Abdullah Ocalan nas bike û wiha domand: “Tekane rêberê ku li çareseriya pirsgirêkên herêmên Rojhilata Navîn fikiriye, rêber Abdullah Ocalan e.”

Mûna da zanîn ku sedema hezkirina ji fikirên rêber Abdullah Ocalan ew e ku xalên hevbeş di navbera doza kurdî û doza Filistînê de hene. Mûna di berdewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan ne tenê komploya li dijî gelekî ye yan jî neteweyekê ye, lê belê komployeke navneteweyî û li ser hemû civakan e.

Mûna Yûsif got nirxandina rêber Abdullah Ocalan a der barê dîrokê de ku dibêje “Dîrok di roja me de veşartî ye û em jî di destpêka dîrokê de ne” bala wê kişandiye û her wiha hewl daye ku doza jinan çareser bike.

Mûna wiha domand: “Di dîrokê de, rêberên wekî wî daxwaza rizgarkirina jinan nekiriye. Rêber Ocalan azadî û birêxistinkirin ji hemû jinan re xwest û ev yek jî bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat. Piştre hemû jinên Rojhilata Navîn girtin nava xwe.”

RIZGARKIRINA JINÊN EREB

Mûna Yûsif diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan rola jinan di jiyana civakî de aktîf kir û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Piştî serkeftinên jinan bi dest xistin, bi hezaran jin ku ji wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, ji bindestiyê rizgar bûn û jinên Ereb karî xwe ji adetên civakê rizgar bikin.”

Mûna Yûsif got: “Bi armanca belavkirina fikirê rêber Abdullah Ocalan di nava jinên hemû neteweyan û olan de da ku ji pirsgirêkan xelas bibe, nexasim doza gelê ku mafên wan ji aliyê dagirkeran ve hatine çewisandin, min xwest ku ez di aliyê çandî û zanyarî de xwe xurt bikim û hîn zêdetir fikirên rêber Abdullah Ocalan bixwînin.”

GAVEKE NÛ YE

Mûna Yûsif têkildarî karê xwe got: “Destpêka xebata min a di Kongreya Star de ji bo xurtkirina aliyên çandî û zanistî bû, lê piştî min fikirên Rêbertî nas kirin û bi çi awayî ev tevger hatiye damezirandin, min xwest sûdê ji hemû nuqteyên erênî yên ku hevrêyên min tê re derbas bûne, wergirim. Piştre israra min xurttir bû û di nava Kongreya Star de min bi awayekî çalaktir kar kir.”

Mûna Yûsif da zanîn ku bi rêya fikirên rêber Abdullah Ocalan ji bo jiyanê rêyek û nêrîneke nû nas kir, lê vê yekê têkoşîneke mezintir ji wê xwest, ji ber ku ew dayik e û xwedî zarok e, dîsa jî piraniya wexta xwe da kar, nexasim ku ji endamên destpkê yên Kongreya Star e.

Mûna Yûsif beşdarî aktîfkirina komînên taybet ên jinan bû, her wiha bi armanca berfirehkirina vî fikirî û da ku di nava jinan de belav bibe perwerde dida.

Mûna di nava axaftina xwe de kêfxweşiya xwe der barê şîrovekirina fikirê rêber Abdullah Ocalan ji jinan re û pê re jin jî tev li vê  tevgerê bibin û xwe bi rêxistin dikin û ji pirsgirêkên xwe yên civakî û aborî rizgar bibin.

‘BIRÊXISTINKIRINA JINAN BIRÊXISTINKIRINA CIVAKÊ YE

Mûna Yûsif diyar kir ku bi rêya karê xwe yê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star hewl didin peywendiyên xwe bi hemû tevgerên jinan û jinên têkoşer û aşiqên azadiyê re çêkin.

Mûna da zanîn ku armanca wan ew e ku xwe bigihînin hemû jinên cîhanê, ji wan jinên filistînî û bi hemû hêza xwe hewl dide ku fikirên rêber Abdullah Ocalan di nava gelê Filistînê de belav bike, ji ber ku jinên filistînî xwedî rihekî têkoşer in û rêbereke ku wan bi rêxistin bike, tune ye.

Mûna Yûsif di çarçoveya karê xwe yê Kongreya Star de bi jinên Misirê, Tunis, Fransa, Almanya û Îtalyayê û hin dewletên din ên Rojhilata Navîn re jî têkilî çêkirine û van jinan ev fikir pêşwazî kirine.

Mûna têkildarî mijarê eşkere kir ku ew jinan xelasiya xwe di fikirên rêber Abdullah Ocalan de dibînin ji ber ku yekemîn rêber e ku di fikirên xwe de girîngiyê dide jinan û di hemû qadan de wan bi rêxistin dike.

KOMPLO LI DIJÎ GEL Û JINAN E

Mûna Yusif destnîşan kir ku komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan, komploya li dijî gel e nexasim li dijî jinan e. Mûna bang li hemû jinên cîhanê nexasim ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku der barê fikirên rêber Abdullah Ocalan de baş lêhûrbûnê bikin, vav fikiran ji xwe re bikin bingeh.

Her wiha Mûna Yusif Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ev yek îsbat dike ku rêber Abdullah Ocalan ne tenê  rêberê gelê Kurd e, lê belê rêberê gelên demokrasîxwaz e, fikirên demokratîk ên ku Rêbertî pêşniyar kirine, ne li gorî berjewendiyên dewletên mezin e. Ji lew re komeke îstixbarata navneteweyî û herêmî ji wan îstixbarata navneteweyî ya Sûriyê, ev komplo pêk anî û ev jî îsbat dike ku rêber Abdullah Ocalan ji planên navneteweyî re nexasim dewleta Tirk re kelem e.”

ANHA

Back to top button