Gotar û hevpeyvînSiyaset

Leyla Ibrahîm: sala 2021 wê bibe sala azadiya Rêber APO

Silav û rêz ji rêberê gelê kurd re Ebdullah Ocelan ku ev 23 sal li zindana îmralî di nav her çar dîwaran de bi tecrîdek pir zehmet jiyana xwe berdewam dike û fikrê xwe û nerînê xwe ji bo hemû gelan dişîne di riya pirtûk û paraznameyan

Leyla Ibrahîm hevseroka yekîtiya Odeya Bazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê

Silav û rêz ji rêberê gelê  kurd re Ebdullah Ocelan  ku ev 23 sal li zindana îmralî di nav her çar dîwaran de bi tecrîdek pir zehmet jiyana xwe berdewam dike û fikrê xwe û nerînê xwe ji bo hemû gelan dişîne di riya pirtûk û paraznameyan .

Ev komplo di 15 meha sibata sala 1999 de destpê kir. Rêber APO di riya istxbartê İsraîl, Emerîka û bi alîkariya gelek welatan  rêber radestî dewleta Turkiyê kirin. Rêber APO wê demê ket zindanê û cezaya darvekirinê lê hate birîn . piştî sê salan bi gelek nîqaşan ev ceza veguherî zindana mûebed.Bi vê kompilo dewleta Tirk  xwest vîna gelê kurd bişkîne bi girtina rêbertî lê nikarîbûn bişkînin . Em di karin bêjin ne gelê kurd tenê gelê cihanê hemiyan fikrê rêber APO naskirin û pirtûkên wî  xwendin û di zanîngehên dewletên Ewropa dihatin dayîn ji bo şagirtan ji ber fikrekî pêşketî ye , fikrekî bangek dîmoqrasî dike û îdyolojiyek gelekî xûrt dida meşandin. Bandora fikir û felsefeya wî bi awayekî erênî li cîhanê bi giştî kir. di dawî de em dikarin bêjin ku emê bi tekoşîna hemî gelê kurd û bi taybet tekoşîna jinan sala 2021 bikin sala azadiya rêber APO û azadiya hemî gelan.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27