Arşîv

Kongra Star Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir

Meclisa Perwerdê ya Kongreyê Star 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li tevahî dayik û parêzvanên ziman pîroz kir û rola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastina zimanên tevahî pêkhateyan destnîşan kir.

Meclisa Perwerdeyê ya Kongreya Star bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê  Dayikê ya Cîhanê ya ku ji hêla UNESCO ve, ji bo parastina pirengiya çand û zimanan hate ragihandin, em Meclisa Perwerdê ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  vê rojê  li hemû ziman, çand û neteweyan pîroz dikin.  Ji ber ku em li Rojhilat û Bakurê Sûriyê li ser fikir û felsefeya neteweya demokratîk xwe bi rêxistin dikin û bi armanca tevlîbûna hemû netewe, ol û pêkhateyan parastina çand, ziman û erdnîgrîyê dikin. Di vê derbarê de bi avakirina gewdê hişmendiya neteweya demokratîk a ku di sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şêneber dibe û di banê vê rêveberiyê de her pêkhateyekî cihê xwe di nav de girt. Yek ji erkên bingehîn û girîng yê vê rêveberiyê ew bû vejînkirina zimanê dayikê ya ku heta niha bi dayikên me bi rêka helbest, çîrok, folklor û jiyana rojane hatibû parastin, lê belê perwerdeya wê  ji hêla sîstemên dewlet ve hatibû qedexekirin. Wekî dayik û hestên dayikbûnê rolek pir mezin û girîng di parastina zimanê kurdî de lîst. Ew jî wekî wêneyeke rengîn tê dîtin dema ku bi destpêkirina şoreşa Rojava re hejmarek pir mezin ji jinan di nava qada perwerdê de cih girtin.

Rêber APO jî di derbarê vê yekê de, vê şiroveyê dike;

Em bi awayekî giştî dikarin çand û ziman weke yekparbûna tevahiya manedan û avahiyên civaka mirov di pêvajoya dîrokî de pêkaniye, bidin naskirin.

Di dawî de, ji bo misogerya mafê nher netewe û pêkateyan em Meclisa Perwede ya Kongreya Star vê rojê li tevahiya dayikan û parêzvanên zimanan pîroz dikin.

Back to top button