Arşîv

Kongreya Star dema çalakiyên 8`ê Adarê eşkere kir

Remziya Mihemed dema ragihandina bernameyê çalakiyên 8`ê Adarê eşkere kir û got, çalakiyên 8’ê Adarê dê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Na ji dagirkirî û qirkirinê re, bi hev re em jin û jiyanê biparêzin” de werin lidarxistin.

Kongreya Star bi hevkariya rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Kanûna 2020`an de qonaxa yekemîn a pêngava “Na ji dagirkirî û qirkirinê re, bi hev re em  jin û jiyanê biparêzin” dabû destpêkirin, pêngav heta 9`ê Çileyê dewam kir.

Di pêngavê de bal hatin kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan, bang li hemû jinên cîhanê hate kirin ku piştgiriyê bidin şoreşa jinê û komploya navneteweyî û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, şermezar bikin.

Di 17`ê Çileyê de qonaxa duyemîn a pêngavê hate destpêkirin û tê payîn ku heta 17`ê Nîsanê dewam bike.

Bi boneya 8`ê Adar Roja Jinan a Cîhanê saziyên jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya Kongreya Star amadekariyên lidarxistina çalakiyan dikin.

Girêdayî mijarê Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed ji ANHA`yê re axivî.

Remziya Mihemed got, Kongreya Star di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava “Na ji dagirkirî û qirkirinê re, bi hev re em ê jin û jiyanê biparêzin” de amadekariyên rêzeçalakiyên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, dike.

Remziya Mihemed diyar kir ku di hefteya dawî ya meha Sibatê de bi boneya Roja Jinan a Cîhanê semîner û panel li navçe û meclisên tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo danasîna Roja Jinan a Cîhanê û dîroka jin, werin dayîn.

Her wiha Remziya Mihemed destnîşan kir ku ji 1`ê Adarê û heta 21`ê Adarê dê rêzeçalakiyên cûda werin lidarxistin ji wan, mîhrîcaha çandî û hunerî ku her sal tê lidarxistin, têde çand û kelepûra hemû pêkhateyan tê pêşkêşkirin û got çalakiyên ji bo destekdayîna YPJ`ê û mîhrîcana hunerî û leşkerî dê werin lidarxistin.

Remziya Mihemed wiha domand: “Dê çalakî ji bo rêber Abdullah Ocalan werin lidarxistin, her wiha dê meş werin lidarxistin û pêşangehên hûnerî li Qamişlo, Kobanê û Şehbayê dê werin vekirin, dê şahî li hemû bajar û navçeyan dê werin lidarxistin.”

Her wiha Remziya Mihemed eşkere kir ku di 23`yê Sibatê de dê bi beşdarbûna hemû rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya 8`ê Adarê were ragihandin.

Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em çalakiyên 8`ê ji bo bilindkirina asta têkoşîna jin, ji bo wefedariya bi şehîdên ku ji bo azadiya jin têkoşiyan û li ber xwe dan heta gihatşin asta şehadetê, lidar dixin. Ji ber wê jî em çalakiyên 8`ê Adarê diyarî şehîdên azadiyê dikin.”

ANHA

Back to top button