Arşîv

Jinên Dêrazorê bernameya 8`ê Adarê eşkere kir

Endama rêveber a Komîteya Perwerdeyê ya Dêrazorê Fatme Mihemed bi navê jinên Dêrazorê çalakiyên 8’ê Adarê bi beşdariya jinên herêmê bi rêya daxuyaniyekê eşkere kirin. Daxuyanî li pêş Kelha Helebiyê û Zelebiyê ya gundewarê rojavayê Dêrazorê hat xwendin.

Hemle dê bi dirûşma”Bi rihê Hind û Seida em ê pêvajoya 8`ê Adarê berdewam bikin” û dê ji gelek bernameyan pêk were, ya herî girîng lidarxistina semîner û panelên pênaseya Roja Jinan a Cîhanê, têkoşîna jinan di dîrokê de digel desthilatiya hikumetên destpot û zihniyeta mêrdestiyê û heta piştî rizgarkirinê ye.

Her wiha dê hemle ji bernameyên kelepûrî yên jinên herêmê  pêk were, da ku adatên civakê nîşan bidin, kolanan bixemilînin û li ser rêyan jî pankart û wêneyên şehîdan daliqînin û meşan birêxistin bikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hind û Seida dê her tim ji bo jinan tîrêjên ronahiyê bin, çavkaniya hêzê û ilhamê bin, jinan gelek zehmetî dît, bi tundiyê re rû bi rû man û ji aliyê civakê, desthilat û dewletê ve rastî gelek êrişan hatin û di gelek qadan de hate pêşguhkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îro ew şoreşeke rasteqînî jiyan dikin ku ew jî şoreşa jinan e, projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser piştgirî dan jinan ku maf û azadiya xwe bi dest bixin, di heman demê de felsefeya neteweya demokratîk xwe dispêre jinan.

Di dawiya daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku qetilkirin û tundiya ku jin pê re rû bi rû  dimînin, pirên ronahî, azadî û rûmetê ne da ku pêşerojeke azad bi bi dest bixin, bi rihê Henaa El-Seqir wan dest pê kir û bi rihê Hevrîn Xelef li ber xwe dan û ew ê bi rihê Hind û Seida berdewam bikin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27