Siyaset

Ji bo xurtkirina rola jinan di warê siyasî de komxebatek hat lidarxistin

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo xurtkirina rola jinan di warê siyasî de, komxebatek organîze kir.

Komxebat îro li hola civînan a li navenda giştî ya PYD`ê li bajarê Qamişloyê bi amadebûna jinên endamên partiyên siyasî yên herêma Cizîrê, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê, Kongreya Star a herêma Cizîrê hat lidarxistin.

Mijarên komxebatê ji aliyê endama Meclisa Jinan a PYD`ê Sema Bekdaş û hevseroka Desteya Darayî ya herêma Cizîrê Welîda Hesen ve hatin nîqaşkirin.

Axêveran di beşa yekemîn de diyar kir ku divê jinên ku cihê xwe di nava partiyên siyasî de digirin, xebatên wan bên aktîfkirin, her wiha divê jin di aliyê siyasî de werin bipêşxistin

Beşa yekê ji aliyê Welîda Hesen ve hate şîrovekirin. Welîda Hesen diyar kir ku piştî têgîna aktîfkirina jinan bi demê re hat pêşxistin û bi wê re jinan xwe gihand warê siyasî, hiqûqî, civakî û aborî, heta warê rêveberiyê jî û wiha got: “Aktîfkirina jinan di warê siyasî de dibe sedema piştgiriya warên aborî û civakî û jinan ji fikira tenê karê male dike, rizgar dike.”

DIVÊ ARMANCA ME GUHERTINA QANÛNAN BE

Welîda Hesen destnîşan kir ku heke rola jinan di warên aborî û siyasî de bi pêş bikeve ew ê pêşketinê di warê civakî de jî biafirîne. Her wiha wê rê li ber pirsgirêkên civakî jî bê girtin.

Welîda Hesen da zanîn ku ger jin xwe di saziyan de bigihînin cihê biryarê ew ê bikaribin qanûnên siyasî biguherîne û wiha domand: “Ji ber vê yekê gelek dewletên cîhanê bal dikişînin ser rola jinan di meclis û parlamentoyan de, bi taybet em wek jin divê yek ji armancên me guhertina qanûnên der barê jin û zarokan de be.”

Welîda Hesen axivî ku cudahiya navbera aktîfkirina jinan û pêşxistina wan di warê siyasî de ew e ku pêşxistin tê wateya girêdana bi mijarekî tenê ve, lê di aktîfkirina jinan de tê wateya ku aktîfkirina wê di gelek waran de wekî siyasî, civakî û aborî.

Piştre nîqaş li ser têgîna aktîfkirina jinan di warê siyasî de hat kirin. Di nîqaşan de hat diyarkirin ku divê kêmasiyên heyî di pêşerojê de li cem jinên siyasetmedar bên derbaskirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê mêran, jin wek serok an hevseroka saziyekê qebûl nedikirin, lê piştî şoreşa Rojava hat qebûlkirin. Di nîqaşê de hat diyarkirin ku çawa jin dikare malbata xwe di warê aborî de bi rê ve bibe, dikare welatekî jî bi rê ve bibe. Ji ber ku jin ji mêran bêhtir hurgiliyên civakê nas dikin.

Piştî nîqaşan sînevîzyonek li ser danezana mafên mirovan a navneteweyî hat pêşkêşkirin û ji aliyê Welîda Hesen ve hat şîrovekirin.

Di dawiyê de deriyê pêşniyaran ji beşdran re hat vekirin da ku her yek nêrîna xwe li ser berdewamkirina çalakiyan di nava jinên siyasetmedar de bikin.

ANHA

Back to top button