Arşîv

Li Şehbayê civînên li ser danasîna Roja Jinan a Cîhanê

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi diruşma “Têkoşîna me garantoya şoreşa Jinan e” saziyên jinan gelek civînan ji jinan re li Şehbayê li dar dixin, da ku girîngiya Roja Jinan a Cîhanê bidin nasîn.

Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê bi hevkariya bi Komîteya Jinan a Meclisa navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê re civînek bi beşdariya bi dehan ji şêniyên navçeya Ehresê li dar xist.

Girêdayî mijarê, Kongreya Star a navçeya Til Rifetê civînek bi beşdariya bi dehan jinên komîna 16’an organîze kir.

Naveroka her du civînan li ser çawaniya diyarkirina 8’ê Adarê wek Roja Jinan a Cîhanê û beriya wê greva ku 40 karkerên jin di 1867’an de li kargeha takstîlê ya DYA’yê li dar xistiye, bû. Jinan ji ber saetên dirêj û kêmbûna destheqê û banga wekheviyê grevek li dar xist.

Axêveran di civînan de da zanîn ku di 8’ê Adara 1917’an de karkerên jin li bajarê Saint Petersburg ê Rûsyayê rêzegrev li dar xist, her wiha bi diruşma “nan, azadî û aştî” protesto li ser rewşên dijwar, xizanî, birçîbûnê û tunebûna ewlehiyê li dar xistin. Di wê protestoyê de 128 hezar karkerên jin tev li grevê bûn, li gel wê jî karkerên mêr jî yên ku cesaret kirine, tev li grevê bûn. Bi wê re zêdetirî 200 hezar karker daketin kolanê û ev karê jinan roleke baş di serketina şoreşa Octoberê de ya ku hikumê 4’an li Rûsyayê bi dawî kiriye ku 370 salan li ber xwe daye, bi dawî kir.

Axêveran gelek grev û protestoyên dîtir ên li tevahî dewletan bi boneya 8’ê Adarê li dar ketine, bi bîr xistin.

Axêveran li dawiyê diyar kir ku şahiya ji bo 8’ê Adarê li tevahî cîhanê ji zêdetirî sedsalekê ve weke Roja Jinan a Cîhanê li dar dikevin. Jin di vê rojê de dengê xwe yê azadî û têkoşîna ji bo mafên xwe bilind dikin. Her wiha piranî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira rêya azadî ku rêber Abdullah Ocalan neqişandiye de, cane xwe feda kirin.

Civîn bi diruşmên silavkirina jin û berxwedana wan bi dawî bû.

Dê ev civînê li tevahî gund û naçeyên kantona Şehbayê heta hatin Roja Jinan a Cîhanê li dar bikevin.

ANHA

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27