Arşîv

Em sala 2021’an bikin sala azadiya jinan

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ku bi durişma “Têkoşîna me misogeirya şoreşa jinan” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin, Kongreya Star a Kantona Qamişlo semîner li bajarokê Girbawî, navçeyên Til Hemîs û Amûdê dan. Semîner bi amadebûna bi dehan jin hate dayîn. Hola semîneran bi wêneyên şehîdan, alên Kongra Star û pankartên durişmeyên çalakiyan hatibû xemilandin.

Semînera li bajarokê Girbawî ya kantona Qamişlo ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star Hala Faris ve hate dayîn. Hala roja 8’ê Adarê danasîn û diyar kir ku 8’ê Adara 1857’an bi hezaran jin daketin meydana New York û doza mafên xwe, pêkanîna wekheviya jin û mêr û rakirina neheqiyê ji wan kirin. Bi wê re ev roj bû rojek ku jinên cîhanê rabûn . “

Hala Faris Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û şehîd Hind û Seida bi bîr anîn û got, sala 2021’an wê bibe sala azadiya jinan.

Semînera li avahiya Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Til Hemîsê ji aliyê endama Dîwana Edaleta Civakî ya Til Hemîsê Gulşîn Îbrahîm û endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemdiya Ehmed ve hate dayîn.

Di semînerê de behsa dîroka Roja Jinan a Cîhanê hate kirin û şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Hemdiya Ehmed got: “Îdeolojiya azadiya jinan a ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye hêzeke mezin da têkoşîna tevahî jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê û rê li pêşiya wan vekir.

Li navçeya Amûdê jî semînerek li hola civînana a  Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hate dayîn. Endama rêveber a Meclisa Edaleta Jinan Henîfa Mihemed semîner bi rêve bir.

Henîfa Mihemed têkoşerên ku ji bo jiyaneke azad û hekhev cane xwe dan bi bîr anîn û li ser dîroka Roja Jinan a Cîhanê û rola kapîtalîzmê û bandora wê li têkoşîna jinan got: “Kapîtalîzm hewl dide siyaseta nirxên civakê yên cewherî têk bibe, dixwaze 8’ê Adarê ji cewherê wê derxîne, lê di vê rojê de hemû jinên cîhanê bi israreke ku ji berê bihêztir dadikevin qada û rengê jina berxwedêr û têkoşer û kedkar îfade dikin.”

Semîner bi durşmeyên banga azadiya jinan bi dawî bû.

Back to top button