Arşîv

YPJ: Artêşa Tirk û çeteyên wê nikaribûn gavekê jî li Efrînê bi pêş de werin

 Fermandariya YPJ`ê ya Efrînê gotʺ Tevî ku artêşa Tirk û çeteyên wê bêyî navber bi balafir, tank û topên giran êrîşî hemû deverên Efrînê kirin, lê nikaribûn gavekê jî pêş de werin.ʺ

Fermandariya YPJ`ê ya Efrînê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Fermandariya YPJ`ê ya Efrînê wiha ye:

ʺGefên dewleta Tirk a dagirker dijî herêma Efrînê ku demeke dirêj e di rojevê de bû her çû zêde bûn. Heya ku di dîroka 20’ê Çileya 2018’an de artêşa dagirker bi balafirên xwe êrîşî kantona Efrînê, navçe û gundewarên wê kir.

Di van êrîşan de bêyî cûdahî, zêdeyî 100 deverên cûda yên kantonê ku piraniya wan cîhên sivîlan û şûnwarên dîrokî û kampên koçber bûn hedefa êrîşan. Di encama van êrîşên hovane yên bêyî serûber de zêdetirî 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze moral û nefesek nû bide çeteyên DAIŞ`ê ku êdî DAIŞ`ê li Sûriyê di qonaxa tunebûnê de ye. Her wiha armanc dike gelê me û sivîlên herêmê ku ne pêkane hebûna wan qebûl bikin; bide revandin û rê ji dagirkeriya xwe re veke, bi vê yekê re jî hem demografiyeya herêmê bide guherandin hem jî xaka Sûriyê binpê û parçe bike û çeteyên xwe lê bi cih bike.

Di nav van herdu rojên bihûrî de, tevî ku artêşa Tirk û çeteyên wê bêyî navber bi balafir, tank û topên giran êrîşî hemû deverên Efrînê kirin, lê nikaribûn gavekê jî pêş de werin. Di vê berxwedanê de 2 şervanên me yên YPJ’ê gihîştin asata şehadetê.

Plana Tirkî ya dijî herêmê bi erêkirina dewleta Rûs û zanebûna wê pêk hatine, loma bi qasî artêşa Tirk û çeteyên wê em Rûsya jî berpirsyarê rijandina xwîna gelê xwe dibînin.

Em weke Farmandariya Yekîneyên Parastina Jin a Efrînê, ji gelê xwe û jinên xwedî vîna azad a bi hêz re dibêjin ku ger tevahî hêzên cîhanê bi ser me de werin emê di oxira parastina jinan heya dawiyê li ber xwe bidin û sekneke layiqî jinan, gelê û şehîdên xwe raber bikin. Ji bo vê yekê jî tevahî şervanên me di asta moraleke herî bilind de ne û xwedî amadekariyên bi hêz in.

Em li ser vê bingehê bang li tevahî gelê xwe û bi taybet jinan dikin ku ji bo parastina Efrînê seferber bin da ku rola dikeve ser malê wan bi cih bînin û dagirkeriya faşîzma Tirk têk bibin.ʺ

 

Back to top button