Arşîv

Daxuyaniya kongra star ji bo piştgiriya gelê West Papua

Ji bo gelê West Papua
Em bi vê nameyê wek tevgera jin ya Kongra Star li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ji bo tekoşîna gelê West Papua li hemberî metîngerî û ji bo serxwebûnê re dişînin. Rûxmî ku gelê West Papua rojane bi revandin, îçkence, asîmîlasyon, necatpaestî û qetilkirin rû bi rû dimînin dev ji doza mafên xwe yê esas bernadin û berxwe didin. Em wek Kurd û taybet wek jinên Kurd jî rojane bi siyaseta metîngerî rû bi rû dimînin û dizanin ku tekoşîna hemberî wê tê çi wateyê.
Hêzên împerialîst û metîngerî nasnameyên miletên xwecihî inkar dikin û axa van hereman talan dikin û ji bo pêkanîna projeyên xwe hewl didin ku gelên xwecihî tine bikin. Li West Papua zilim li ser miletê xwecîh ya ku dixwazin azad, bijîn tê kirin. Girtin, êşkence, kuştin, revandin û talan parçeyek ji jiyana rojane ne û bi bêdengiya dewletan û rêxistinên navdewletî de diqewimin.
Li West Papua, projeya veguhastina hukumeta Endonezya, bi mîlyonan mirovên ji deverên din ên Endonezya li wir bicih kirin da ku nasnameyek neteweyî ya yekbûyî ava bikin û gelên cihêreng ên ku projeya netew-dewletê tehdîd dikin, ji holê rakin. Li Rojava jî ev pratîk di salên 1960’an de bi riya rejima Assad bi veguhestina miletê ereb li ser axa ku piranî Kurd lê ne pêk hat, ji bo avakirina kemberekî Erebî. Niha jî dewleta tirk projeya guhertina demografîk pêk tîne li heremên dagirkirî Efrin, Serê Kaniyê and Girê Spî.
Em banga rawestandina tundûtûjiya li dijî jinan, berdana hemî girtiyên siyasî, vekêşana leşkerên dagirker ji axa West Papuan û bicihanîna mafê gelê Papua da ku çarenusa xwe bixwe hilbijêrin, dikin. Divê saziyên û cîvata navnetewî bêdengiya xwe bi dawî bike û li ser dewleta dagirker zext bike.
Pergala mordeniteya kapîtalîst bi siyaseta xwe ya qirkirina çandî û fîzîkî hewl dide ku li çar aliyên cîhanê belav bibe, lê li ku berxwedan hebe, lêgerîna azadiyê û hêvî hebe wê têk biçe. Em kêleka gelên West Papuaya diseknin û tekoşîna wan pîroz dikin.  Azadiya wan wê ji mere bibe hêz û hêvî. Serkeftina wan serkeftina me ye.
Bijî Berxwedana Gelan.
Kongra Star 28. Şibatê 2021

Back to top button