Civak û çand

Nameya kongra star ji bo 8’ê Adarê

Jinên Hêja ….

8 Adar’ê ev zêdetirî sedsal in ku li tevahiya cîhanê weke Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tê pêşwazîkirin. Jin di rojeke wiha de ji her demê zêdetir bi dengekî bilind azadiya xwe û têkoşîna bi destxistina mafên xwe tînin ziman. Ji hemû cîhanê re vê yekê îlan dikin ku jin êdî ne tenê rojekê, di her kêliyê jiyanê û hemû rojan têdikoşe û berxwedide. Tevî azadî û mafên jinê, maf û pirsgirêkên zarokan, pirsgirêkên azadiya civakê, ekolojîk, pirsgirêkên gelan û hwd. tînin rojevê. Ji ber ku êdî em bi awayekî zelal dibinîn ku pirsgirêka jinê pirsgirêka civakî ya herî kevn û girîng a dîrokê ye.  Bi minasebeta 8’ê Adarê em vê nameya hevgirtin û yekrêziya ji bo têkoşîna hevpar a azadiya jinan ji we re dinivîsînin.

 

Em dibînin ku li cîhanê êdî jin xwe gihandine asteke wiha ku ji her demê zêdetir rastiya îdeolojiya zayendîperestiya civakî fêm dikin. Dizanin ku desthilatdarî li ser vê yekê xwe mezin dike; jinan dike kole, li ser wan dagirkeriyê  dimeşîne û dikuje. Di salên dawî de çawa tûndîtijiya li ser jinê wek polîtikayek pergala zayendîperest a Kapîtalizm gihişt asta teror û qirkirinê, têkoşîna jinan jî gihişt asta şoreşê. Heqîqeta têkoşîna jinan ku li hemû cîhanê li ser hîmê piştgiriya jinan xwe bi rêxistin kiriye, muhra xwe li sedsala 21’mîn daye û dide.

 

Sedsala 21. weke sedsala şoreşên jinan tê jiyîn. Ev qirkirina li ser jin û civakê encex bi şoreşên jinan ku li her qadê û di her kêliyên jiyanê de hîn zêdetir pêk werin dikare were rawestandin. Me bi hêvî dît ku li seranserî cîhanê jin bi çalakî û hevgirtina xwe li ber her cûreyê desthilatdariyê rawestiyan. Ji Bolîvya heya Meksîka, ji Fransa heya Îspanya, ji Polonya heya Arjantîn, ji Misir heya Pakîstan, ji Afganîstan heya İran û ji Bellucistan heya Kurdistan û hwd. jin bi yek dengî û rengî berxwedan.

Di sala derbasbûyê jin li seranserî cihanê li hemberî saziyên ku di bin desthilatdariya zilam de ne û jiyan kirine dojeh, serî rakirin bi sloganên wek:  ‘li dijî tundûtîjiya mêr şoreşa jin’, ‘li dijî terora mêr têkoşîna jin’, ‘ez heme wê demê li ber xwe didim’, ‘ger ku jin bisekinin wê cîhan jî bisekine’, ‘mafê me ya hilweşandina pergalê heye’ û ‘jin wê cîhanê biguherînin’. Em jî wek xwuşkên xwe yên berxwedêr qîr dikin û dubare dikin. Ji ber ku koka hemû destihaldariyê li ser jin û civakê yek e.

Em weke jinên li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê,  fêr bûn ku tekoşîn û şoreşa jin gelek zehmetî û berdel bixwere tîne. Berî mehekê li Şedadê hevalên me Seada Elhirmas û Hînd Elxidêr ji ber ku dev ji êvîna azadiya jinê bernedan û hemberî sîstema baviksalar tekoşîn meşandin, bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Lê ji bo tolhildana hemû rêhevalên me ku jiyana xwe ji bo doza azadiya jin feda kirin, vîn û îrada me her geş dibe. Bê têkoşîn û berxwedan jiyan nabe.

Em jin têkoşîna xwe her roj didomînin lê taybet bi bûneya 8. Adarê li ser erdên Rojava-Bakûr û Rojhilatê Suriyê ku erdnîgariya şoreşa jinê ye, em bi dirûşmeya ‘TÊKOŞÎNA ME MİSOGERİYA ŞOREŞA JİNÊ YE’ vê rojê ji bo hemû jinan pêşwazî bikin. 8’ê Adar’ê li hemû jinên cîhanê pîroz be! Em hemû jinên ku hêza têkoşînê dane me bi rûmet bibîrtînin. Em hemû jinên ku ji bo jiyaneke azad, wekhev, bi edalet û aştî têdikoşin silav dikin.

Kongra Star

25/2/2021

 

Back to top button