Arşîv

Daxuyaniya kongra star ji bo 8-ê Adarê

Daxuyaniya kongra star
Em wek Kongra Star di bin dirûşma “têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye” em 46’mîn salvegera Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîrozdikin, wek roja azadkirina jinan ji rehmek bi êş, newekhev û neheqiyê.
Ji bo xwestina mafê edalet û wekheviyê Jinan gavên xwe yên yekemîn avêtin, Greva jinan li New York û xwepêşandana wan di 8-ê Adara 1857-an de ji bo heqdestên wekhev, ta ku li himber rejimên baviksalarî û kapîtalîstît yên ku jinan bi çûkdikin de bisekinin, di berxwedana xwe de 129 jinên ku di kargehê de hatibûn şewitandin feda kirin û ev yek bi qomplo ji hêla rejîma serdest û zilamê kedxwar yê ku jin bikar tanîn, lê girava wan gavek dîrokî di dîroka tekoşîna jinê ku xwe ji tevahî cîhanê re isbat kirin ku çiqasî hêzên kedxwar û faşîst hewil bidin wan tune bikin, ewê wek dendikên bin erd her şîn bên û şaxê xwe belavbike ta xwe bigihîne hemû jinên cîhanê û bi vî rengî wê mîraseyek dîrokî ya têkoşînê birêsîne, Em jinên li bakur û rojhilatê Sûriyê xwe dispêrin binge mîrasê tekoşînê, di heman demê de soza xwe ya domandina berxwedanê nû dikin, di giyanê şehîdên wek Roza Luxemburg , kilara Zetkîn , Sekîna cansiz , Zîlan , Arîn , Zehra , Hebûn , Yadê Emîne , Hind û seada bê westandin gavên xwe yên têkoşînê bavêjin û her kêliya jiyana xwe bikin berxwedan li dijî her şêwe tundî, newekhevî, dagirkerî û qirkirinê, da ku em karibin azadî edalet û demokrasiyê pêk bînin.
Fedakarî û berxwedana ku li Rojava bakur û rojhilatê Sûriyê ji hêla jinan ve hate pêşxistian ku bi vî rengî destanên qehremanî pêşkêşî hêzên herî tarî yên ku DAIŞÊ temsîl dike, û heya niha li himber dewleta dagirker a Tirk û kirêgirtiyên wê re ku nûnertiya baviksalarî dike disekine, armanc dike ku jinan tune bike, vîna wan bişkîne û her hewldana bidestxistina mafê wan ji holê rabike .
Her wiha ew zihniyeta paşverû ku civakan dorpêç dike û nahêle mirov ji kevneşopiyan rizgar bibe, guhertina wê di her warî de hewceyê berxwedana û têkoşînê ye, em rojane bi hemû enerjî hêz û hevgirtina xwe ji bo guhertina zihniyeta zilam ku li ser civaka rojhilata navîn serwerbûyê tê dikoşin, ji bo afrandina civakeke azadiya herdû zayendan esas digre, di heman demê de em hêza tekoşînê ji fedakariya şehîdan ku ji bo azadiya jin canê xwe fedakirin û ji rêxistina xwe ya jin digrin, ku stûna sereke ye li beramberî her xeteriyê ku hebûna jinê û vîna wê hedefdire disekine, her wiha em xweparastina bîrdozî û fîzîkî li dijî her êrîş çi şerekî taybet, siyasî û leşkerî pêktînin.
Ji ber vê yekê kampanya me ya na ji dagirkeriyê re na ji komployê re, na ji tundiyê re, wê heya dawiya van diyardeyan rizgarkirina axên dagirkirî, vegera koçberan li ser warên xwe, û azadkirina jinên ku di zindanên faşîst de girtî ne berdewam bike.
Di dawiyê de û bi vê buneyê em hemû jinên ku li berxwedidin, daxwazvanê azadiyêne û yên di zindanê tarî de ne mîna Leyla kovin, Zeyneb celaliyan û gelek jinên din ên ku di her kêliyê li dijî zilmê li berxwe didin û li her derê vê axê belav bûne silavdikin, û bang bilindkirina têkoşînê dikin ku em bi hevre ji bo bilindkirina dengê jina azad karbikin, bi raman û felsefeya rêbertî rûbirûyê her cûreyê zilim û faşîzim xwe bi çekbikin, ji bo avakirina civakek ku edalet û wekhev esas digre û tê de maf û rûmeta jinan tê parastin.

Koordînasiyonao kongra star
3/3/2021

Back to top button