Arşîv

Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê, li Kobanê şahiyek ji astengdar û birîndarên şer re

Ji nava bernameya hemleya Kongreya Star a pêşwazîkirina Roja Jinan a Cîhanê îro Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê şahiyek ji astengdar û gaziyên şer ên Kobanê re li dar xist.
 Şahî li hola Roniyar a Kobanê bi beşdariya bi dehan astengdar û birîndarên şer li dar ket.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Koordînatora Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen hatina 8’ê Adarê li jinan pîroz kir, li ser bernameya hemleya Kongreya Star a bi boneya hatina vê rojê axivî û wiha got: “Erk û misyona me ye ku şahî ji astengdar û birîndarên şer re were lidarxistin. Ji ber wan parçeyên laşên xwe fedar kirin û şerê çeteyên DAIŞ’ê ji bo ewlehî û aramiya herêmê kir.”

Piştre stranbêj Zehra Berkel, koma Şehîd Barê ya Hîlala Zêrîn û koma Gulava stran pêşkêş kirin.

Related Articles

Back to top button