Li Minbicê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê semîner hat li darxistin

Îro li xetên Ebû Qelqel û Til Hozan ên başûrê rojhilatê Minbicê bi beşdariya jinên her du xetan û endamên komîteya amadekar a çalakiyn 8’ê Adarê semîner hatin dayîn. Semîner li gundê Camûsiyê yê girêdayî xeta Til Hozan hatin dayîn.
Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Navenda Jînelojiyê Mêrvet Hemed li ser dîroka 8’ê Adarê axivî û wiha got: “Di 8’ê Adara 1865’an de nêzî 40 hezar karkerên kargeha Tekstîlê ya li DYA’yê li ser kêmbûna destheq û saetên dirêj ên xebatê, protesto kirin û polîsan bi hovîtî bi ser prostestoyan de çû.”
Mêrvet Hemed wiha domand: “Piştî wê, Kongreyeke 2’yemin a Navneteweyî ya Jinan li Copenhagenê ya paytexta Denmarkayê hat lidarxistin, wê demê Clara Zetkin a ku ji fermandarên Partiya Sosyalîst a Demokratî ya Almanyayê ye, erka sekreteriya kongreyê girt. Clara Zetkin pêşniyar kir ku 8’ê Adarê bibe Roja Jinan a Cîhanê, da ku karkerên ku di kargeha tekstîlê de bûne qurban werin bibîranîn.”
Mêrvet Hemed destnîşna kir ku kapîtalîzma ku hewl dide siyaseta qelsbûnê li ser têkoşîn û nirxên civakê ferz bike, dixwaze wê yekê di 8’ê Adarê de jî ferz bike. dixwaze 8’ê Adarê ji wateya wê bi derxe, da ku dîroka berxwedan û têkoşînê were jibîrkirin.
Mêrvet da zanîn ku îdolojiya rizgarkirina jinan a ku rêber Ocalan ji jinan re pêşkêş kiriye, hêzeke mezin ji bo têkoşîna tevahî jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê da û rêya rizgarkirinê jê re vekir.
Mêrvet Hemed eşkere kir ku di civakê de jin bê ser û ber di qirkirina komî re derbas bûne û ev yek bi şoreşên jinan tê rawestandin.
Di dirêjahiya axaftina xwe de Mêrvet Hemed wiha got: “Beriya du mehan hevrê Seida El-Hermas û Hind El-Xidêr bi hovîtiyekê li Şedadê hatin qetilkirin. Tenê ji ber ku wan dev ji hezkirina azadiya jinan berneda hatin qetilkirin. Ji lew re em 8’ê Adarê bi çoş pîroz bikin û diruşmên silavkirina berxwedana jina azad bilind bikin û her du hevrêyên xwe Seida, Hind, Leyla Agirî, şehîdên Helencê û Til Rifetê bi bîr bînin.”
Mêrvet Hemed wiha gotina xwe bi dawî kir: “Dê 2021 bibe sala têkoşîn û azadiya jinan û dê şer, qirkirina jinan, xizantî, bêkarî û tundiya li ser erdnîgariya me, bi dawî bikin.”
Piştî semîner bi dawî bû, komîteya amadekar a çalaliyên 8’ê Adarê Meclisa Til Hozan û Meclisa Ebû Qelqel xelat kir û piştre dîlan hat gerandin.
Her wiha dê rêzesemîner di 4 û 5’ê Adarê de li xetên Heya û Yasitî û xetên Muhterq û Farat werin lidarxistin.