Civak û çand

Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Kongra Star li bajarê Qamişlo şahiyeke mezin bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye” li dar xistin.
Bi hezaran jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên siyasî yên jin, fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê beşdarî şahiyê bûn.
Şahî seat di 11’ê sibehê de dest pê kir û bi stranên komên kurdî, erebî û suryanî, her wiha şano û govendê bi dawî bû .
Back to top button