Arşîv

Sembolên lehengiya berxwedana Rojava

Tovê 8’ê Adarê di sala 1908’an de hate çandin ku 15 hezar jinên karker ên li New Yorkê daxwaza demên xebatê yên kurt, mûçeyên adîl û mafê hilbijêriyê kir. Cara yekemîn Clara Zetkîn pêşniyar kir ku ew roj bibe rojeke enternasyonal ji bo bîranîna jinên karker ên ku ji aliyê zîhniyeta serdest ve di lêgerîna mafên xwe de bi zindî hatin şewitandin.

Îro heke li tevahî cîhanê jin ji bo têkoşîna azadiyê bûne îlham, ruh û kûrahiya têkoşînê ya ku ji Clara, Roza û Zarîfeyan wergirtine, di şoreşa Rojava de cih digirin û bi nirxên têkoşînê re gihaştiye merhaleyeke nû. Ji Hevrîn Xelef heta Hindê, jinên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kir, bê westan tê koşiyan.

Pirsa maf û azadiya jinan, ji nû ve avakirina jiyana civakî û pergala civakî ya girêdayî wê, hewce dike. Di vê wateyê de pirsa azadiya jinan pirsgirêka mêran e. Pirsgirêka guhertina sîstema serdestiya mêran e. Ji bo naskirina wate û girîngiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji ber ku têkoşîna li dijî sîstema heyî ya dewleta serwer berdewam dike, me xwest balê bikişînin ser têkoşîna çend lehengên ku di şoreşa Rojava de bûne sembolên maf û azadiyê.

RÊWIYA HEQÎQETÊ YA ŞOREŞA JINAN

HEVRÎN XELEF

Hevrîn Xelef di sala 1983’yan de li Dêrikê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. 4 birayên wê hebûn û xwişka wê Zozan jî di nava refên tevgera azadiyê de şehîd bûbû. Rastiya ku dayika wê Sûad beşdarî civînên gel ên rêber Abdullah Ocalan bûye, bandoreke mezin li kesayeta Hevrîn Xelef dike.

Hevrîn piştî ku xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Dêrikê qedand, li Zanîngeha Helebê beşa Endezyariya Çandiniyê xwend û piştî ku xwendina xwe qedand, vegeriya Dêrikê.

Bi şoreşa Rojava re Hevrîn cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt û di çalakiyên ciwanan de xebat meşandin. Piştî vê xebatê Hevrîn di birêxistinkirina saziyên nehikûmî de dixebite û dibe yek ji rêvebirên Desteya Aborî ya Qamisloyê.

Piştî vê xebatê Hevrîn bi îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re hevserokatiya Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê dike. Hevrîn di sala 2015’an de hevseroka Komîteya Aborî ya Herêma Cizîrê bû û roleke mezin di xurtkirina xebatên aborî li herêmê de lîst.

Hevrîn ku piştî xebatên xwe yên aborî li herêma Cizîrê dixwaze bêtir xizmeta gel bike, yek ji damezirînerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ye ku di sala 2018’an de hemû gelên Sûriyê hembêz dike.

Di 27’ê Adara 2018’an de wek sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dest bi kar kir.

Di 11’ê Cotmeha 2019’an de di êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bû.

DI HEMÛ QADÊN ŞOREŞÊ DE PÊŞENGEKE ÇALAK

ZEHRA BERKEL

Zehra Berkel di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye û bi eslê xwe ji gundê Berxbotan ê Kobanê ye.

Di destpêka şoreşa Rojava de xwendekara Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Helebê bû û bi destpêkirina şoreşê re ji perwerdeyê veqetiya û tev li nava refên şoreşê bû. Zehrayê mohra jinên Kurd ji nû ve li avakirina civakê xist û di sazîbûyîna şoreşê de roleke girîng lîst.

Zehra beriya şoreşa Rojava dest pê bike, bi veşartî hînî xwendin û nivîsandina kurdî bûbû û bi destpêkirina şoreşê re bi salan li dibistanên Kobanê mamostetî kir.

Zehra di sala 2013’an de demekê li Komeleya Jinan ku bi navê Mala Jinan tê naskirin, xebitî. Piştre tev li Rêxistina Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan a Sara bû û piştre derbasî Heyva Sor a Kurd bû û li wir di xebatên aktîf de cih girt.

Zehra ji bo tevkariyê li birêxistinbûna civakê bike, tev li Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dibe û li wir hevserokatiya Meclisa Gel dike. Zehra di sala 2017 ‘an de wek hevseroka Şaredariya Gel a Kobanê hate hilbijartin û paşê bû hevseroka Komîteya Edaletê.

Zehra Berkel di heman demê de cihê xwe di nava xebatên birêxistinkirina Kongreya Star de girt û bi peywira hevserokatiya Komîteya Çalakiyan a Herêma Firatê ya Kongreya Star rabû. Zehra di Akademiya Şehîd Şîlan de jî wek rêvebera dewreya perwerdeyê ya mêran kar kir.

Zehra di kongreya 8’emîn a Kongreya Star de ku di sala 2018’an de hate lidarxistin, wek endama Koordînasyona Kongreya Star hate hilbijartin, xebatên xwe li Eyn Îsa, Sirîn û Girê Spî pêk anîn û ji bo pêşvebirina hişmendiya jinan têkoşîneke girnabuha meşand û ji bo ku jin ji hişmendiya serdestiya mêran rizgar bibin, ji bo wekheviya jin û mêran, dikeve nava hewldanên mezin.

Zehra Berkel piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Hezîrana 2020’an de li gundê Helinc ê Kobanê xaniyekî sivîl hedef girt, şehîd bû û tev li karwanê jinên pêşeng ên têkoşer bû.

BI PÊVAJOA ÎMRALIYÊ RE REŞ GIRÊ DA

DAYIKA EQÎDE

Eqîde Elî Osman di sala 1966’an de li Girkê Legê ji dayik bû, ji salên 1980’yî ve di nava çalakiyên şoreşgerî de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Dayika Eqîde ku piştî tevgera azadiya Kurdistanê nas kir, pêşengî ji belavbûna fikra azadiya jinan re di gelek hemû jinan de kir û heta nefesa xwe ya dawîn jî dest ji berxwedanê berneda. Dayika Eqîde du caran ji aliyê hikumeta Şamê ve ji ber çalakiyên şoreşgerî yên ku wê pêşengiya wê dikir, hate girtin lê her ku ji girtîgehê derdiket, têkoşîna xwe jî didomand.

Dayika Eqîde bi cewhera xwe ya xweşbîn ji aliyê hemû beşên civakê ve hate hezkirin û di nava Kongreya Star de pêşengiya têkoşîna jinan kir. Dayika Eqîde li dijî feraseta serdest a mêran bê dudilî şer kir, di heman demê de di Komîteya Lihevanînê ya Girkê Legê de cih girt.

Piştî ku di sala 1999’an de rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin, dayika Eqîde cilên reş li xwe kiribûn û ji wê demê ve ji bo azadiya rêber Ocalan dest bi têkoşînê kir.

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî êrişên dagirkeriyê pêk anîn. Dayika Eqîde li her du navendan li dijî çeteyên ku li dijî gel sûcên mezin dikin, refên berxwedanê bi rêxistin kirin û di 13’ê Cotmehê de bi konvoyeke sivîl ber bi Serêkaniyê ve bi rê ket.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bi awayekî hovane bombe li konvoya sivîlan barandin. Ji ber bombebaranê bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da. Dayika Eqîde ku di nava şehîdan de bû, bi çend  deqeyan beriya şehadeta xwe, wiha gotibû: “Em ê biçin Serêkaniyê û piştgiriya berxwedana gelê xwe bikin. Em tu carî nereviyan. Bila her kes bizane ku me xwe nespartiye kesî. Yekane hêza em pê bawer in, YPG û YPJ ne.”

Di dema êrişên li ser Efrînê yên sala 2018’an de, dayika Eqîde dîsa di eniyên herî pêş ên berxwedanê de cihê xwe girtibû.

SEMBOLÊN YEKITIYA GELAN

HIND EL-XIDÊR

Îslam Latîf El-Xidêr ku bi navê Hind tê naskirin, li gundê Til Şikir ê navçeya Deşîşa ya Hesekê ji dayik bûye. Hind ku ji êla El-Cibûr e, perwerdeya xwe ya yekemîn li dibistana Hedac a Deşîşayê bi dawî kir. Li navçeya Seidadê ya kantona Hesekê xwendina navîn qedand. Piştî ku bawernameya xwe wergirt, dîsa çû ba malbata xwe.

Hind jî yek ji mexdûrên zewicandina zarokan bû. Dema 15 salî bû, dê û bavê wê bi zilamekî iraqî re zewicandibû. Dema ducanî bû, ji aliyê hevserê xwe ve hat terikandin û vegeriya cem malbata xwe. Hind, keça xwe bi tena serê xwe mezin dike.

Di sîstema Rêveberiya Xweser de cihê xwe di nava xebatên azadiya jinan de girt, bi kedeke mezin xebitî, lê rastî astengiya malbatê hat. Di encama têkoşîna xwe de di Mijdara 2020’an de derbasî Meclisa Gel a Til El-Şêx dibe. Qetilkirina Hevrîn Xelef a di sala 2019’an de ji aliyê çeteyan ve, bandoreke gelekî mezin lê dike. Ji ber vê yekê jî beşdarî têkoşîna jinan a li dijî serdestiya mêran dibe û dixwaze bibe dengê jinan.

SEIDA FEYSEL EL-HERMAS

Seida Feysel El-Hermas jî di sala 1993’yan de li bajarokê Til Şeyîr ê navçeya Deşîşa ya Hesekê ji dayik bû. Seida zewicî bû û 2 keçên wê hebûn. Ji ber ku ji hevserê xwe veqetiyabû û barê mezinkirina zarokên xwe, bi tena serê xwe hildabû ser milê xwe.

Mîna şehîd Hindê, Seida jî xwest tev li xebatên Kongreya Star bibe û pêşengiyê ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bike. Di dawiyê de jî ev xwesteka xwe pêk anî. Di Mijdara 2020’an de wek hevseroka meclisa Deşîşa hate hilbijartin.

Seida Feysel El-Hermas û Hind El-Xidêr di 22’yê Çileyê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û bi awayekî hovane hatin kuştin.

BARÎN KOBANÊ

Emîne Omer bi nasnav Barîn Kobanê di sala 1992’yan de li Şehbayê çavên xwe li cîhanê vekir. Di sala 2015’an de ji bo ku ji hişmediya serdestiya mêran xilas bibe, tev li nava YPJ’ê bû. Barîn salên xwe yên têkoşeriyê li Efrînê dest pê dike û perwerdeya xwe ya ji bo şervanên nû li Efrînê bi dawî dike. Barîn piştî perwerdeya xwe tev li xebatên leşkerî bû, di sala 2017’an de li Akademiya Şehîd Şîlan beşdarî perwerdeya leşkerî û bîrdozî dibe.

Barîn di nava hevrêyên xwe de bi fedakariya xwe dihate naskirin. Li dijî her cure dijwariyan tê dikoşiya û li ber xwe dida. Barîn di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker de, bi 25 hevalên xwe re ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dorpêçkirin. Barîn hevalên xwe bi zorî îqna dike ku ji çemberê derkevin. Piştî kedeke mezin hevalên xwe îqna dike ku ji çemberê derkevin, hevaleke din bi xwe re dibe û bi hemû hêza xwe şer dike û her du şervanên jin hevalên xwe yên din rizgar dikin. Ev jinên leheng ên heta fîşekên xwe yên dawî şer kirin, di 2’yê Sibata 2018’an de li navçeya Bilbilê ya Efrînê şehîd bûn.

Derket holê ku şervana YPJ’ê Barîn Kobanê ya di êrişên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de şehîd bû, bi îşkenceyê hatiye qetilkirin. Nîşaneyên li ser bedena tazî ya şehîd Barîn ku ji aliyê çeteyan ve bi kamerayê hatin girtin, ev yek eşkere kir.

Şehîd Barîn û şehîd Amara ne yên destpêkê bûn dewleta Tirk a dagirker li ser wan sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn. Lê belê ev îşkenceyên hovane pratîka dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û DAIŞ`ê ku dewleta Tirk desteka wan dike ye.

AMARA RÊNAS

Ezîze Aslan bi nasnav Amara Rênas, li Amedê ji dayik bû. 2 xwişk û 2 birayên wê hene û heta dibistana navîn dixwîne. Amara bi xwe ji eşîra Xiya ye û di sala 2016’an de bi îlhama malbata xwe ya welatparêz tev li nava YPJ’ê dibe.

Bi destê çeteyên dewleta Tirk ên bermahiyên DAIŞ’ê ku Erdogan jê re dibêje ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ li gundê Cilbê yê Girê Spî hate qetilkirin.

Çeteyên Erdogan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdeoyek belav kir ku tê de îşkence li cenazeyê Amara Rênas dikir. Îşkencekirina şehîd Amara û şehîdxistina wê di 21’ê Cotmeha 2019’an de anku di dema qaşo ‘agirbestê’ de pêk hat.

Back to top button