Civak û çand

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê bi dawî bûn .

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê vê sibehê dest pê kirin. Li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo pîrozbahî li gundê Girê Moza, li navçeya Tirbespiyê li Bendava Mizgeft, li Dêrikê li Stada Dêrikê, li Şehba, Heleb û Reqayê hatin lidarxistin.

Jinan bi cil û berkên xwe yên kurdî, hildana alên YPJ, Kongreya Star û wêneyên şehîdên jin şahî lidar xistin. Di şahiyê de axaftin hatin kirin û stran û dîlan hatin pêşkêşkirin.

AMÛDÊ

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre endama Kongreya Star Minewer Xalid axivî, 8’Adarê li rêberê Abdullah Ocalan û tevahî jinan pîroz kir û got:  “Em 8’ê Adarê li rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan pîroz dikin ku ne ji keda wî baya jin nedigihiştin vê merheleyê û li tevahî jinên pêşeng ên ku toza koletiyê li ser xwe rakirin û serî ji zilma pergalên desthilatdar re netewand pîroz dikin.”

Ji şervana YPJ’ê Zîlan Orkêş peyama fermandariya Giştî ya YPJ’ê ya bi boneya 8’ê Adarê xwend.

Piştre, Koma Jinên Ciwan a Navenda Hûrî ya Çand û Hunera Amûdê, Koma Şehîd Mizgîn, Koma Agirî, Koma Şehîd Dîlan a dîlanên foklorî, Koma Jineolojî ya Jinên Enternasyonalîst, Koma Şehîd Zîlan a navenda Çand û Hunera Dirbêsiyê û helbestvan Ferhad Merdê berhemên xwe pêşkêşkirin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo, pîrozbahiya 8’ê Adarê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Kongreya Star Mencê Heyder axivî, 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê, jinên li eniyên şer ên berxwedana û jinên têkoşer ên di girtîgehan de pîroz kir.

Mencê soza xurtkirina têkoşînê, da.

Piştre bi navê YPJ’ê fermandar Roj Devrim jî axivî, 8’ê Adarê li jinên têkoşîn ên ji bo azadî, aştî, ewlehî û edaletê pîroz kir û wiha domand: “Serdemên serhildanên jinan ên li dijî zihniyeta baviksalarî û destûr û qanûnên wê li pey hev derbas dibin, jin banga guhertinê dike ku dê ji cîhanê re hevsengî û wekhevî û aştî li şûna wêranbûnê ava bike. Jinan gul û nan hilgirtin, ku nîşaneya mafê jiyaneke bi rûmet bêyî cûdabûn e.”

Piştre Koma Sakîne, Koma Pala, Koma Botan, Koma Kulîlkên Rojava yên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê stran pêşkêş kirin.

DÊRIK

Di pîrozbahiya li Dêrikê de, endama rêveber a Kongreya Star Wesfa Murad axivî û diyar kir ku têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî jinên cîhanê re îsbat kir ku jinan ala fedekariyê hilgirtiye û di her qadan de, leşkerî, siyasî û qadên din de, hêza xwe îsbat kir.

Endama Rêveber a Kongreya Star a Dêrikê Şadiya El-Yûsif axivî û da zanîn ku jinan di roja xwe de tabloyeke bi rengên xwe yên xweş xêz kirin ku xweda zelalbûn û bedewbûna wê parast ji ber ku jin jiyan e.

Berpirsa Peymangeha zimanê suryanî Olaf Tao Rîm Îsrîal Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: “Berdêlên ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane, ji tevahî jinên cîhanê re bûne mînak. Ji ber ku jinên herêmê efsanên lehengî û fedayetiyê raber kirine.”

Piştre ji fermandarên YPJ’ê Xada Dêrik nameya YPJ’ê ya bi boneya 8’ê Adarê xwend.

Piştî axaftinan Koma Cûdî ya navenda Çand û Hunera Dêrikê, Koma Herêma Koçerat, Koma Kampa Newroz, Koma Înana a Suryanî û Koma Kevana Zêrîn li kantona Şehbayê stranên şoreşgerî û foklorî gotin.

TIRBESPIYÊ Û TIL HEMÎS

Di şahiya li Tirbespiyê de enadma rêveber a Kongreya Star Klara Odesa bal kişand ser beşdarbûna tevahî pêkahteyên herêmê di pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanê bi hev re kir û got: “Dîrok dê bi destê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were nivîsandin, ji ber ku bi têkoşîn û şoreşa xwe ji cîhanê re bûne sembol.”

Endama Fermandariya YPJ’ê Berfîn Hesen axivî û diyar kir ku YPJ’ê ji bo parastina welat û mafên jinan hatiye avakirin û diyar kir ku bi destekdayîna jinan ji YPJ’ê re ev yekîne bûye sembola berxwedana li cîhanê.

Endama rêber a Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Coza Hasûd diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin dikarî bibin rêvebera civakê, fermandarên eniyên leşkerî, ev hemû bi saya fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan e.

Piştre koma Lorîn a dîlanên erebî ya Til Koçerê, Koma Stêra Zêrîn a Qamişlo, Koma Çiya ya dîlanan a Til Hemîsê û hunermend Necla Elî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Şehîd Sakîne ya Şano ya Til Hemîsê şanoyek li ser tundiya li ser jinan û desthilata baviksalarî ya li ser jinan pêşkêş kir.

HESEKÊ

Di pîrozbahiya  Roja Jinan a Cîhanê ya li bajarê Hesekê de koma Girê Stêrk, koma Şehîd Arjîn û koma Jinên Ciwan hunerên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi şanoyekê ji aliyê koma Tolhildan a girêdayî navenda Xabûr a Çand û Hunerê bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Şahiya li navçeya Dirbêsiyê bi stranên foklorîk ên Koma Zîlan, govendên foklorîk ên koma jinan û gerandina xelekên dîlanan ji aliyê jinan ve bi dawî bû

HELEB

Şahiya 8`ê Adarê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi stranan, şano, govendên foklorîk ên ji aliyê koma girêdayî navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner û Kongreya Star ve bi dawî bû.

Koma Şehîd Vejîn û koma zarokan hin stranên şoreşgerî pêşkêş kirin û endamên Navenda Cemîl Horo ya çandê Yasmîn Koşan û Fatima Ebdo stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Her wiha şanoyek têkildarî rola jina di Şoreşa Rojava û berdêlên ku dane hate pêşandan. Koma Şehîd Barîn jî stranên foklorîk pêşkêş  kir.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

ŞEHBA

Li Şehbayê pîrozbahiya 8’ê Adarê ji Tevgera Kevana Zêrîn a girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê ve li gundê Elûşê yê girêdayî navçeya Ehdasê hate lidarxistin. Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê bi Kurd, Ereb û tirkumenan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Dike û qada şahiyê bi alên Yekitiya Jinên Azad, Tevgera Kevana Zêrîn, Kongreya Star û wêneyên şehîd Îlan Kobanê hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir,  piştre Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Wehîda Ebdo û Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê Werda Şêxo axivîn.

Axîveran Roja Jinan a Cîhanê li  rêberê gelê azad rêber Abdullah Ocalan, li hemû jinan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dayik û hevjînên şehîdan pîroz kir.

Kesên axivîn diyar kir ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan di rizgarkirina jinan ji zilmê de ku ji beriya sedê salan pê re rû bi rû dima, xwedî roleke mezin e.

Di dawiyê de kesên axivîn soza şopandina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan heta rizgarkirina hemû jinên cîhanê û rizgarkirina herêmên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, da.

Dûvre beşdaran li dengê rêber Abdullah Ocalan ê der barê rola jinan di rêvebirina civakê de guhdarî kirin.

Piştî wê çalakî bi gerandina govendan û şanoyên têkildarî girîngiya rizgarkirina jinan ji hişmendiya mêran berdewam kir.

REQA

Li Reqayê çalakiya 8`ê Adarê ku li Firqet 17 a li bakurê bajarê Reqayê li dar ketibû, bi stranên cuda bi dawî bû.

Koma Weter a Çand û Hunera Reqayê hunermenda bi navê Sîdra Mihemed bi zimanê tirkumanî û Hediyat Ismet bi zimanê kurdî, Yasmîn El-Esker bi zimanê erebî  stranên gelerî û berxwedana têkoşeran pêşkêş kirin.

Koma Nesaim El-Firat jî ya Dêrazorê govendên foklorîk pêşkêş kir, Koma Reqayê ya Hunerên Gelerî govendeke kurdî pêşkêş kir û zarokên Dêrazorê jî komeke helbest xwendin.

Ji bajarê Minbic û Reqayê jî jinênên ciwan berhemeke “Taekwondo ” pêşkêş kir.

Di şahiyê de bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Rêveberiya Jinan a Reqayê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Yekitiya Jinên Ciwan hatin xetatkirin.

Back to top button