Siyaset

Di nava 60 salên dawiyê de pêşengtiya jinê li seranserê cihanê zêde bû

Jin ya ku afrêneriya jiyanê ye di nava sîstemên hegemon û kaptalîzmê de hertim ji erkê wê yê sereke hatiye durxistin.
Lê di nava salên dawiyê de li seranserê cîhanê jinan karî bi têkoşîna xwe careke din rolên sereke di rêveberiya welat de bigrin.
Ev yek hem di lîdertiya welat û hem jî di ya rêxistinên cîhanî de zêde bûye.
Di 60 salên dawiyê de, li 58 welatan di nava demên diyar de jinê lîdertî kiriye û welat birêve biriye.

Şîrketa daneyan ya ku navenda xwe li Almanayayê ye, rapora xwe ya lêkolînî ya li ser erkgirtina jinê ji 1960 heta 2021’an eşkere kir.

Li gorî raporê, li 58 welatan di nava demên diyarkirî de jinê welat birêve biriye.

Di nava 60 salên dawiyê de, li 13 welatan ji carekê zêdetir jin bûne lîder.

Di nava vê demê de Zelendaya Nû û Fînlandiya, bûn welatên herî zêde jinan lîdertî jêre kiriye.

Her wiha li 119 welatan jî jinan qet lîdertî nekirine.

Li seranserê cîhanê 6 jinan jî karîne ji 10 salî zêdetir li ser erkê xwe bimînin û welat birê ve bibin.

Serokwezîra Bengladeş Şeyh Hasina Wecîd weke yekem jina ku herî zêde li ser erkê rêvebirina welat maye.

Hasina ya dem dem hatî li ser erkê rêveberiyê û niha jî erêkê xwe didomîne ev 17 sale ji bo welatê xwe xizmetê dike.

Piştî wê jî Îndîra Gandhî ya dem dem serokwezîrtiya Hindistanê kirî tê.

Gandhî ya ku 16 salan serokwezîrtiya welat kirî yekem û tekane jine ku li welat erkê serokwezîrtiyê kirî ye.

Serokwezîra Almanya Angela merkel ya ku li pey hev ji bo erkê serokwezîrtiyê hatî hilbijartin jî 15 salan karî deshilata xwe ya heyî biparêze.

Her wiha di nava 12 salên dawiyê de, jimara jinên ku bilez hatîn li ser rêveberiya welat zêde bûye.

Lê tevî vê zêdebûnê jî di nava salekê de bilindbûna rêjeya jinên ku lîdertiya welatê xwe dikin ji sedî 19 derbas nekir.

Li gorî rapora Sekreteriya Giştî ya NY ya 21 Kanûna 2020’an eşkere kirî, li seranserê cihanê jinan karî ji sedî 21 posta wezîrtiyê bidest bixin.

Li 14 welatan jî jimara jinan ya di desteya wezîran de, ji sedî 50 derbas kir.

Piraniya wan ji sazî û rêxistinên girêdayî NY, di nava 4 salên dawiyê de jimara jinên rêveber zêde bû.

Ronahî TV

Back to top button