Siyaset

​​​​​​​Ji Fîlîpînan heta Fransayê peyama ji şoreşa jinan re: Serkeftin teqez e

Jinên ji Ewropayê bi boneya 8’ê Adarê têkildarî şoraşa jinan a Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn û got “Em têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin, destekê didinê, teqdîr dikin û silav dikin. Şoreşa Rojava yekane şoreşa cîhanê ye ku dihêle jin şoreşê ava bikin.”

Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorê li hemû beşên civakê dike. Li gelek welatên cîhanê mirov şoreşê bi mereqeke mezin dişopînin. Li Fîlîpînan û Fransayê jî li melodiya şoreşa jinan tê guhdarîkirin. Coni Ledesma ya ji Fransayê û Sylvie Jan ya ji Fîlîpînan diyar kir ku her serkeftineke jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo jinên cîhanê dibe hêz û şiyana serkeftinê.

Nûnera navneteweyî ya Eniya Neteweyî ya Demokratîk a Fîlîpînan Conî Ledesma û seroka Komeleya Piştgririyê ya Kurdistan-Fransayê Sylvie Jan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê axivîn û peyam ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandin.

 ‘JINÊN KURD PIR WÊREK IN’

Conî Ledesma diyar kir ku jinên Kurd gelekî wêrek in û destnîşan kir ku ev helwesta jinên Kurd ji bo dewleta Tirk a dagirker pirsgirêk e û got: “Hêzên Tirk armanc dikin ku jinan tesfiye bikin û bi gefeke rasteqîn a dewleta Tirk re rû bi rû ne. Ev rewşeke pir xirab e, divê were şermezarkirin û zêdetir hevgirtin divê. Kurd û jinên Kurd pir xurt in, ez dibêjim ji ber vê yekê dibin hedef. Difikirin ku bi êriş, kuştin û tecawizkirinê jinên Kurd bitirsînin û dikarin têkoşîna wan rawestînin. Lê ev yek rê li ber jinên Kurd vedike ku hê xurttir tê bikoşin.”

Conî li ser bêdengiya li hember êrişên li ser Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha got: “Hikumet li hemberî êrişan bê deng dimînin, an jî dixwazin bê deng bimînin. Naxwazin ruhê şervaniyê yê jinên Kurd nas bikin. Lê em têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji bo azadiya xwe û ji bo civakeke baştir tê dikoşin, dibînin û destekê didinê, teqdîr dikin û silav dikin. Û em ji wan re serkeftinê dixwazin û bê guman dê bi ser bikevin.”

Conî Ledesma destnîşan kir ku jin û gelên herêmê ji bo parastina xwe, xaka xwe û parastina hemû destkeftiyan divê li dijî êrişan tê bikoşin. Conî da zanîn ku ew jî xwe ji bo berfirehkirina têkoşînê berpirsyar dibînin û got: “Divê em wek gelê ku li derveyî xaka we ne, bi vê têkoşînê re hîn bêhtir xebatên hevgirtinê bi rêxistin bikin û bêhtir mirovan li ser tiştên li wir diqewimin, agahdar bikin.”

 ‘EM BI WE RE NE Û PIŞTEVANIYA WE DIKIN’

Têkildarî 8 ‘ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Conî destnîşan kir ku divê hemû cîhan rabe ser pêyan û ji bo mafan tê bikoşe û ev yek tenê li benda herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî herêmên Kurdan nemîne û wiha dewam kir: “Li tevahiya cîhanê jin êş û azaran dikişînin, ji ber zayenda xwe du qat zêde zext li wan tê kirin. Ji ber vê yekê divê em şiyar bibin, ji bo mafên xwe tê bikoşin. Ji bo jinan, bi taybetî jî jinên Kurd, ev şerekî gelekî mezintir e. Ji ber ku gef li axa wan û welatê wan tên xwarin. Em bi we re ne, em destekê didin we û ji bo we çi ji destê me bê, em ê bikin.”

‘ŞOREŞA JINAN A YEKANE; ŞOREŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ’

Seroka Komeleya Kurdistan-Fransayê Sylvie Jan jî bi boneya 8 ‘ê Adarê hestên xwe yên hevaltî û hevgirtinê ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anîn ser ziman û diyar kir ku wan têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir mezin kiriye û şoreşa li wir yekane ye. Sylvie wiha axivî:  “Yekane şoreşa cîhanê ye ku rê dide jinan ku şoreşekê ava bikin. Dema jin fikirên xwe bi xwe parve dikin û dîtinên xwe ji bo pêşerojê radigihînin, cîhan diguhere û tişta ku li Rojava pêk tê jî ev e. Ji ber vê yekê jî ew qas sempatî dîtin. Şoreşa demokratîk a li wê derê ‘hêzên mezin’ aciz dike. Em şerê Erdogan ê li dijî gelê Rojava bi hevkariya DAIŞ’ê jî bi matmayî temaşe dikin. Gelê sivîl ê li Rojava di bin gefan de ye, ev êriş gefê li tevahiya Rojhilata Navîn û pêşeroja hemû jinan dixwin.”

‘KURD HÊZA AŞTIYÊ YA ROJHILATA NAVÎN IN’

Sylvie got ew ji komeleyên destpêkê yên Fransayê ne ku piştgiriyê didin Rojava û ev hevgirtin di dema berxwedana Kobanê de û piştî wê jî geş bû û ev nirxandin kir: “Em ji bo ku zêdetir hesasiyetê çêkin û ji bo ku em bidin zanîn bê ka çima divê em bi jinên Rojava re hevgirtina xwe mezin bikin, em hewl didin. Kesên ku dixwazin ezmûna demokratîk a li vir bitepisînin, divê vê yekê baş fêm bikin; hêzên Kurd hêza aştiyê ya Rojhilata Navîn in û ev yek ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo Ewropayê jî girîng e.”

Sylvie bang li hikumeta Fransayê û rayedarên Ewropayê jî kir ku piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û her wiha gotinên xwe jî bixin pratîkê û nêzîkatiya wan a ku di dema têkoşîna wan a li dijî DAIŞ’ê de wek qehreman nîşan bidin û roja din vê yekê ji bîr bikin jî, ne rast e.

‘SERKEFTIN JI BO JINÊN CÎHANÊ DIBE ÇAVKANIYA WÊREKIYÊ’

Seroka Komeleya Kurdistan-Fransayê Sylvie Jan diyar kir ku ew şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tevahiya cîhanê wek hêviyekê dibîne û wiha li gotinên xwe zêde kir: “Jin wêrek in û xwedî projeyeke pir mezin in. Ew mîmarên vê projeyê ne ku ji bo tevgerên jinan ên li hemû cîhanê ezmûneke girîng e, ji ber ku dema jin projeyên xwe yên ji bo dema dûr, navîn û nêz derdixin pêş, em dibînin ku ev hemû ji bo civakê encamên erênî bi xwe re tîne. Hemû serkeftinên jinên Rojava ji bo jinên cîhanê çavkaniya teşwîqkirinê ne û berevajî wê jî rastiya ku di bin gefan de ne, tê wateya ku em jî di bin gefan de ne. Em wek jin xwe wek ferdên heman neteweyê dibînin, bi hev re difikirin ku em dikarin vê cîhanê bêtir mirovane bikin, femînîsttir bikin û her kesî pêdivî bi vê yekê heye. Li Fransayê jî gelek jin û dostên femînîst ên Kurdan hene û em dixwazin xwe serbilind û xurt hîs bikin.”

Back to top button