Arşîv

Kongra Star a Efrînê: Armanca serdana El-Herîrî astengkirina Rêveberiya Xweser e

Bi dehan endamên Kongra Star a Herêma Efrînê beşdarî xwendina daxuyaniyê ya li Kampa Serdem a kantona Şehbayê bûn.

Daxuyanî ji hêla endama Komîteya Perwerdê ya Jinan Leyle Heftaro ve bi zimanê kurdî û berdevkê Kongra Star a herêma Efrînê Şêrîn Hesen ve bi zimanê erebî hate xwendin.

Kongra Star da zanîn ku di salvgera êşa koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Efrînê de, Nesir El-Herîrî serdana Herêma Kurdistanê kir û got: “Di dema ku gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hêviya geşedanên diyaloga kurdî der barê yekrêziya gelê Kurd de bû, hikumeta Başûrê Kurdistanê pêşwaziya şandeya îtîlafa Sûriyê kir.”

Kongra Star di berdewama daxuyaniyê de got ew pêşwazîkirina herêma Kurdistanê ji nûnerên Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî û hevkarên wî re şermezar dikin û wiha dewam kir: “Ji ber ku destê xwe dixin destê çeteyên dewleta Tirk ên ku komujiyê li dijî zarok, jin û gelên Efrînê pêk tînin.”

Her wiha Kongra Star diyar kir ku armanca serdana El-Herîrî astengkirina projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk e.

Back to top button