Arşîv

Foza Yusuf: Tirkiye dixwaze heyfa DAÎŞ’ê hilîne

 Bi hezaran welatiyên herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser herêma Efrînê meşeke girseyî li dar xistin.
Ev çend rojin ku dewleta tirk êrîşî herêma Efîrnê dike û ji duh şevê de bi balafirên şer li sivîlan dide.  Di encamê de gelek sivîl birîndar bûn û hin kesan jî jiyana xwe ji dest da. Li dijî van êrîşan li seranserî Rojava Bakurê Sûriyê gel rabû ser pişyan û ev êrîş bi çalakiyan şermezar kirin. Di çarçoveya van çalakiyan de  îro li navçeya Amudê girêdayî kantona Qamişlo herêma Cizîrê di bin dirûşmeya” Efrîn ne bi tenê ye, gelê Cizîrê bi tere ye”, bi pêşengiya TEV-DEM’ê  bi hezaran kes ji Qamişlo, Terberspiyê, Rimêlan, Dirbêsiyê,Serêkaniyê, Hesekê, Tiltemir tevlî meşa ku li Amudê hat lidarixistin bûn.  Her wiha di meşa ku hat lidarxistin de  tevahî deste û saziyên rêveberiya xweser, Kongira Star, Partiya Yekîtiya Demokeratîk PYD û saziyên civaka Sivîl amede bûn. Di meşê de  wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan hatin hilgirtin û alên YPJ/YPG’ê,Kongira Star û pankertin bi nivîsa ” Em êrîşên dewleta tirk li ser Efrînê şermezar dikin, “Efrîn ne bi tenê ye” û “Erîşa li ser Efrîn li ser Rojava – Bakurê sûriyê ye” hatin hilgirtin.
Di meşê de Hevseroka ferderasiyona Bakurê Sûriyê Foza Yûsif axivî, Foza li ser navê tevahî neteweyên li herêmê dijîn  berxwedana Efrînê silv kir û got ku ew  dibêjin hun ne bi tenê ne em hemû li pişta we ne.
Foza diyar kir ku dewleta tirk tola têkçûna  DAÎŞ’ê li Reqa û Dêrzorê hiltîne û wiha domand:” TirkiyE dixwaza îradeya gelên azad bişkîne.  îro carek din Tirkiy bi Rûsiya re kete nav itîfaqekê qirêj li dijî daxwazên gelê me û dixwazin îradeya Efrînê bişikînin. Herwiha hewldin ku  pirojeya ferderasiyona Bakûrê Sûriyê têk bibin. Ev itîfaqa li ser xuyînrijandinê wê gelê me ji bîr ne ke û hesabê wê rojekê bipirse.”
Meş bi dirûşmên ” Em Efrîn bi tenê nahêlin ” bi dawî bû.
Back to top button