Arşîv

Tekoşîna me berdewam e heya em agahiyekê li ser tedirutiya Rêber bigirin û azadiya wî ye fîzîkî misoger bikin!

JI BO RAYA GIŞTÎ

Ji destpêka derketina tevgera rizgariya Kurdistanê û heta niha ew bûye armanc û hedefê dewleta turk ya faşîst, ev yek jî diyar dibe bi hemû rê û rêbazan ji komploya navnetewî û heta pêkanîn siyastên birêxistinkirî ji bo qutkirina manewî di navbera gel û Rêberê xwe de.

Ew Rêberê ku bi fikir û felsefeya xwe her rêya gelê azadîxwaz ronî dike, û taybet jina ku şensê herî mezin ji vê felsefê girt ji bo gihaştina maf û azadiya xwe rolekî mezin lîst. Ev siyasetên ku dewleta turk ya faşîst bi hemû cûreyên xwe berdewam dike ew tê wateya armancgirtina vîn û îradeya gel û jina ku nefesa azadiyê ji fikir û felsefeya Rêberê netewa demokratîk birêz ABDULLAH OCELAN  girt, yê ku niha di derheqê wî de işkenceyên herî giran ji aliyê tecrîdê ve tê meşandin, ku ev \22\ sal in di nava zindanekî bi tenê de di girava îmraliyê de ye  û  ji mafên xwe yê herî biçûk wekî hevdîtina bi malbat û parêzerê xwe re ya ku (CPT)  banga  wê dike qutkirî ye. Ev dewleta turk ya faşîst çendekî jî gava xwe paşde venakişîne ku her carekî bi awayekî qirêj pêkanîna rê û rêbazên dûrî mirovahiyê ku zerarekî bighîne Rêberê me ranaweste .
Nûçeyên ku doh di medyaya dewleta turk de hate parvekirin ku rewşa tendurustî ya Rêber OCELAN  di xeteriyê de ye, diyar dike ku dewleta turk komploya xwe di şexsê rêper APO  de berdewam dike, taybet ku heya niha hevdîtina Rêber APO bi parêzer û malbata wî re nehatiye kirin. Ev jî gumanên me zêde dikin li ser nûçeyên ku di ragihandina dewleta turk de hate weşandin li ser tenduristiya Rêber APO.

Em jî Kongra Star hemû cihên peywendîdar bi lez bang dikin ku rastiya van nûçeyên ku dewleta turk belav kiriye bi zelelî derxîne ortê û di demekî  herî nêz de hevdîtina Rêber APO  bi parêzer û malbata wî re çêbibe. Dîsa banga me ji bo civakên navnetewî û saziyên hiqûqî û (CPT) ji bo ku  erka xwe ya wijdanî pêk bînin  ku zextekê li ser dewleta turk bide meşandin ku dest ji êrîş û armancgirtina giştî gelên herêmê û bi taybet gelê kurd di kesayeta Rêber APO  de berdin.

Dîsa banga me ji bo tevahî jinên bakur û rojhilatê suriyê, rêxistin û tevgerên jinan di cîhanê de derketina qadan û daxwaza azadiya Rêber APO, em jî dibêjin tekoşîna me berdewam e heya em agahiyekê li ser tedirutiya Rêber APO  bigirin û azadiya wî ye fîzîkî misoger bikin.

Azadî ji bo Rêber APO

Bê serok jiyan nabe

Kordînasyona Kongra Star

16 \ 3 \ 2021

Back to top button