Siyaset

Daxuyanî ji sêyemîn salvegera dagerkirina Efrîn

Di sêyemîn salvegera dagerkirina Efrîn de , di kesayeta şehîdên Efrîn de tevahî şehîdên doza azadiyê bibîrtînin  û di berdewamkirina êrîş, dagirkirî û komployan de li ser gelên me û taybet gelê kurd di kesayeta Rêber Apo de  em soza bilindkirina tekoşînê didin heya azadiya Rêber Apo misoger bikin .Ev 3 salin di ser  dagirkirina Efrîn re , derbas dibe bêyî ku tu kes ji netewên Yekbûyî ,saziyên mafên mirovan ku bi erka ya wijdanî ranabin  , taybet di der barê vekişandina dewleta Turk ji xaka Efrîn û bajarên meyî ku hatine dagirkirin .

Di heman demê de, guhertina demografîk kuştin,talankirin,wêrankirin,tecawizkirin, birîna daran û windakirina mirovan  û xerabkirina cihêb dîrokî  ev hemû sûcên  dijî mirovahiyê ne , ya ku di zagonên navnetewî de eşkere ye lê mixabin heya neha biryarekî ku van sûcan bide darizandin tune ye.

Lewma xemilandina dibistan û saziyan bi alên dewleta Turk û ferzkirina zimanê Turkî di perwerdên zarokan de , rê û rêbazên  wê yê qirkirina gelane . Gelên ku xwestin bi hev re jiyanekî wek hev, hevpar,bi rûmet di nava aşîtî û aramiyê de bijîn.

Lê projeya Netewa demokratïk  jî xweşiya qirêjiya mejiyê dewleta Turk  nehat , ku  bi planekê rêxistinkirî bi hevkariya Rusya xaka Efrîna dayik bi hovtiya xwe qirêj kir û rengê jiyana hevpar ya gelan ji ortê rakin.

Ev 10 salin di ser şoreşa Sûriyê re derbas dibe bêyî ku mejiyê xweyî hişk biguherîn  û tu helwestekî xweyî cidî di der heqê Efrîn û bajarên dagirkirî  deyne  ,weke ku tu tişt nebûye û dixwaze her tişt dîsa wek berya 2011 an vegere , lê ev jî pir zehmete . Gelê ku her azadî  xeyal dikir îro li ser xaka xwe jiyan dike û xeyalên xwe pêktîne . Ji bo vê yekê :

Em rêxistina Kongra star Di serî banga me ji bo sazî û rêxistinên mirovî û mafnasî ku derxistina  dewleta Turk ji  xaka Efrîn û bajarên meyî din yê dagirkirî erkê xwe ya sereke bibînin. Di heman demê de, banga me ji bo dewleta Surî ku li xwe vegera û bizanibe netew dewlet dema wê bi dawî bûye û neha dem dema netewa demokratîke , dema jiyana hevpare, dema azadî û aşîtiyê ye , dem dema bi nîqaşan aloziya Sûrî çareserkirine , dem dema  naskirina  projeya rêveberiya xweseriya demokratîke .

Dîsa em Kongra star di sêyemîn salvegera dagirkirina Efrîn de soza vegera li Efrîn û tevahî bajarên dagirkirî bi bilindkirina asta tekoşînê di hemû qad û çalakiyan de didin .

û silavên germ ji bo hêzên rizgariya Efrîn yê ku heya neha  di hûndirê Efrîn de ,li  hember dagirkiriyê berxwedidin .

Bijî berxwedana hêzên rizgariya Efrîn.

Bijî berxwedana Efrînê.

Bijî Rêber Apo

Koordînasiyona kongra star .

17/3/2021

Back to top button