Siyaset

name Ji bo hemû jin û gelên azadîxwaz

Em bi minasebeta xemên xwe yê cidî ya di derbarê rewşa tenduristi ya Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji we re dinivîsin. Wek ku tê zanîn Birêz Abdlullah Ocalan ku ev zêdeyî 50 sal ji bo aşitî, demokrasî û azadiya jin tekoşîn dike, roja 15’ê Sibata 1999 de di çaroveya komployek navnetewî de hate  dîl girtin. Ji dema girtinê ve ew di bin îşkenceya tecrîdê de ye. Tecrîda ku li ser wî tê meşandin şerekî taybet e ku hewl dide îradeya gelê Kurd bişikîne. Şert û mercên nemirovane yên ku ew li girava girtîgehê tê de ye qanûnên Tirkiyê û qanûnên navneteweyî binpê dike. Her tim daxwazên parêzerên wî yên serdana muwekîlên wan ji ber sedemên neqanûnî hate red kirin. Hevdîtina  dawîn a parêzer û muwekîlî a li Girtîgeha İmraliyê bi birêz Ocalan re di 7’ê Tebaxa 2019 de pêk hat. Ji wê hingê pê ve tu hevdîtin çênebû û rewşa Birêz Abdullah Öcalan naye zanîn. Di paşerojê de, di derbarê rewşa birêz Abdullah Ocalan de provokasyonên dewleta Tirk hebûn, ku fikarên di derbarê rewşa birêz Abdullah Oclan de ava dikirin. Wekî di Adara 2007 de, guman ev bû ku ew hat jehrî kirin, an di sala 2020’an de, dema ku  li Girtîgeha Imralî şewatek hebû û rewşa wî ne diyar bû. Di 14’ê Adara 2021’an de li ser hesabên medyaya civakî yên Tirkan a nenas îdia li ser rewşa tenderustiya Birêz Abdullah Ocalan hatin kirin. Weke parêzerên wî, yên ku daxuyaniyek dan, û gelê Kurd, ku ji duh ve li kolanan e û doza zelalkirina rewşa wî û serbestberdana wî dike, em jî wekî rêxistina jinên kurd û jinên li bakûr û rojhilatê Sûriyê ji rewşa birêz Abdullah Ocalan jî bi cidî fikar in. Heya ku di derbarê rewşa Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan de zelaliyek domdar di der barê rewşa wî  tune be, gelê Kurd nikare bi aramî jiyan bike. Rewşa tenduristiya wî bi rewşa tevahiya gelê Kurd re têkildar e. Ewlehiya civakê ya bi ewlehiya serokê wan tê pênase kirin, her ku dewleta Tirk bi hestê mirovan dilîze û tirs û xofê di nav civakê de belav dike, ev êrîşek li dijî tevahî gelê Kurd e. Birêz Abdullah Ocalan ji bo mafên gelên bindest û nemaze ji bo mafên jinan têkoşîn dike û tekoşîna xwe li greva Imralî jî berdewam dike. Me wek jinên ji Rojava û jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji felsefe û bîrdoziya Birêz Abdullah Ocalan îlham, zanist û hêz girtiye û digirin. Bi vê zanist û hêzê me li vir dest bi şoreşa jinan kir û ji bo mafên jinan gavên mezin avêtin. Çawa ku birêz Abdullah Ocalan her gav ji bo mafên jinan serî hildaye, divê em jî wek jin jî xwedî Birêz Ocalan derkevin. Em bang li hemî rêxistinên civakî, antîkapîtalîst û nemaze yên jinan dikin ku li dijî binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê biaxifin û  bikevin tevgerê ji bo ku zextê li saziyên berpirsiyar bikin da ku ew berpirsiyariya xwe bicîh bînin. Em di derbarê rewşa tenduristiya birêz Abdullah Ocalan de zelalbûnê dixwazin. Divê siyaseta tecrîdê bi dawî bibe. Divê Serokê gelê Kurd were serbest berdan.

Kongra Star

17.03.2021

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27