Arşîv

Kongra Star: Vîna jinê wê bi ruhê Newrozê dagirkeriyê têk bibe

Koodînasyona Kongreya Star a cejna Newrozê ya hemû gelan û malbatên şehîdan pîroz kir got: “Newroza 2021’an wê bi vîna jina azad bibe bingehê rizgariya hemû herêmên di bin dagirkeriyê de.”

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî da û ev got: “Em despêkê cejna azadiyê Newrozê li Rêber Abdullah Ocalan, li gelê xwe, malbatên şehîdan, girtiyên li zîndanan û gerîlayên li çiyayên azad pîroz dikin û di şexê şehîd Mezlûm Dogan de hemû şehîdên Newrozê û şehîdên azadiyê bi bîr tînin.

Her wiha em berxwedana dîrokî û serkeftina Garê ku dijmin şikand, li rêber Ocalan, gelê Kurd û gelên herêmê pîroz dikin. Berxwedana Garê ji dagirkeriay Tirk û ji hemû dijminên gelê Kurd re îsbat kir ku îrade û têkoşîna gelê Kurd dê her tim bi ser kevin û wê hemû plan û hewldanên dijminan ên têkbirina destkeftiyên gelê Kurd, vala derkevin. Em soza xwe ji şehîdan re dubare dikin ku em ê heta pêkanîna serkeftinê rêya wan a têkoşînê dewam bikin.

Partiyên AKP`ê û MHP`ê Ezdahakê serdemê temsîl dikin, ji lew re divê gelê me û hemû gelê Rojhilata Navîn serî hildin, li dijî faşîzmê têkoşînê bilind bikin û berxwedana ji bo azadî û demokrasiyê xurt bikin. Wekî ku Kawayê Hesnikar meşaleya Newrozê pêîxist, Kawayê hemdem Mezlûm Dogan jî meşaleya şoreşê pêxistin û Newroz kir semboleke îlhamê ji bo hemû glee Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku têkoşînê bi ruhê berxwedana Newrozê dewam dikin.

Roja Newrozê, heman roj e ku qebîle û gelê Kurd bi gelê din ên Sûriyê re ji bo serkeftina şoreşê bûn yek. Ji lew re, Newroza 2021`an bi îradeya jina birêxistinkirî dê bibe bingeh ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27