Arşîv

Meclisa Jinan a PYD: Em qetilkirina jinan şermezar dikin

Meclisa Jinan a PYD'ê qetilkirina her du jinên ciwan li Hesekê û Çil Axa şermezar kirin. Her wiha diyar kirin ku zihniyeta paşverû sedema sereke ye ku rêya azadiya civak û jinê asteng dike.

 

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava 3 rojan de 2 jinên ciwan li bajarê Hesekê û navçeya Çil Axa hatin qetilkirin.

Girêdayî mijarê, saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda sûcên qetilkirina jinan şermezar kirin û daxwaza cezakirina berpirsên van sûcan kirin.

Di çarçoveyeke peywendîdar de, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endamên Meclisa Jinan û endamên saziyên sivîl li navenda PYD’ê hat dayîn.

Endama Meclisa Jinan a PYD’ê Ahîn Elî, daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji destpêka şoreşa Sûriyê heya roja îro gelê me di nava bêdengiyeke mezin de gelek êş kişandin weke koçberkirin, xizanî, birçîbûn û qetilkirin.

Di heman demê de, şoreşa dîrokî ku ji rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya jinên berxwedêr û xwedî vîne, dest pê kiriye, ji hemû cîhanê re bû mînak û hemû ji bêhempabûna xwe mamatmayî hişt.

Îro jî di meha Adarê de ku bi meha buharê, jinê û agirê Newrozê tê nas kirin, em di rastiyeke bi êş de dijîn. Du jinên ciwan yek li navçeya Çil Axa û ya din jî li çiyayê Kizwanê di bin navê adet û kevneşopiyan de hatin qetilkirin.

Zihniyeta paşverû ji berê ve û heya niha sedema sereke ye ku rêya azadiya civak û jinan asteng dike. jinan kirin kole û amûra anîna zarokan û ji hêsantirîn mafên wê bê par hiştin.

Li ser vê bingehê, di bin dirûşma berxwedan û têkoşînê ji bo gihaştina azadiyê de, divê jin bi rêya zanistê xwe perwerde bike.

Em weke meclisa jinên PYD’ê sûcên qetilkirina jinan bi tundî şermezar dikin û daxwaza cezakirina berpirsên van sûcan dikin. Divê em ji bîr nekin ku jin dayik e û giyana pîroz e ku jiyanê di hundirê xwe de diafrîne, divê em bi hev re bêjin êdî qetilkirina jinan rawestînin.

ANHA

Back to top button