Aborî

Hemû pere dikevin destên desthilatdariyê

Li herêma Federal a Kurdistanê ji ber penademiyê û polîtakayên aborî yên hikumetê, her ku diçe qeyrana aborî kûrtir dibe û êdî gel nikare debara xwe bike. Bêkarî her roja ku diçe li herêma Başûr zêdetir dibe. Gel hemû ketiye derdê xwedîkirina mal û zarokên xwe. Aborîzan Nîştiman Hesen diyar dike ku dema desthilatdarî were guhertin wê aboriya herêmê jî sererast bibe.
Em jî der barê qeyrana aborî ya li herêmê, rêjeya bêkariyê û hemû pirsgirêkên bandorê li ser civakê dikin, bi aborîzan Nîştiman Hesen re axivîn.
“Rewş gelek xirab e wisa ye ku êdî wiha jiyan nabe”
Aborîzan Nîştiman Hesen di destpêka axaftina xwe de got ku rewşa aboriyê gelek xirab e û wiha dest pê kir: “Gel niha tenê bi çareserkirina pirsgirêka aboriyê ve mijûl e. Tu rojevek din a wan nîn e. Tenê dihizirin ku rojane çawa debara mala xwe bikin û zarokên xwe birçî nehêlin. Polîtîkayên hikumetê yên aboriyê, gel anîne asteke wisa ku êdî ji derveyî pirsa; wê rojane çawa zikê xwe têr bikin tu hizrek din tune ye. Rewş ewqas xirab e û nayê jiyîn. Şertên jiyanê gelek xirab in. Dema em li qadan dinêrin 60-70 hezar xwendekarên ku zanîngeh xwendine hene û hemû jî bê kar in.”
“Hemû pere dikevin destên desthilatdariyê”
Nîştiman Hesen bal kişand ser hemû rê û rêçikên di dema Sedam de mane û da zanîn ku li Kurdistanê jî derveyî hinek guhertinên cuda, ji bo gel qet xizmetek nehatiye kirin. Polîtîkayên hikumetê yên xizmetê jî rexne kir û wiha pêde çû: “Li Herêma Federal a Kurdistanê dahatuya aborî ya ku tê têra hemû gel dike. Evqas dahatuyên aborî, evqas hatinên turîstan ev hemû dahatu bi ku ve diçin? Pereyê petrola ku tê firotin diçe ku? Kî van pereyan digre? Ev pere diyar e ku gel nagre, hemû dikevin destên desthilatdariyê.”
“Guherîn çênebe, çereserî jî çênabe”
Aborîzan Nîştiman Hesen di dawiya axaftina xwe de got ku dema di hikumeta heyî de guhertin çênebe, di aliyê aborî de jî çareseriyek çênabe û wiha domand: “Niha aborî di bin sifrê de ye. Bi rastî rewş gelek xirab e. Ev rêveberî heta li ser desthilatdariyê be, di warê aboriyê de qet guherînek dê çênebe. Wê rewşa aborî çawa asayî bibe yan jî wê bilind bibe helbet bi avakirina cihên kar, senayî, çandinî û avakirina fabrîkayan re wê guhertin çêbibe.”
Back to top button