Civak û çand

Parastina çandê erka me hemû jinan e

“Çand nasname û dîroka mirov bi xwe ye, her cure hunera destan dikevin çarçoveya xebatên çandê û parastina wan erka me hemû jinan e.”

Ji bo parastina çandê jinan erka parêzvaniyê daye ser milên xwe, ger çanda civakekê têk biçe ew civak hildiweşe nasname û dîroka wê jî winda dibe. Di roja îro de dayikan bi hemû rê û rêbazan çanda resen parastina bi riya ziman, karê destan, lorandin, çîrok, cil û berg û gelek rêbazên din çand zindî hiştine. Dayika 5 zarokan Ewaş Mihemed a 50 salî li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Ewaş 38 salên wê ne karê çêkirina tentene û rêsandina hiriyê dike, karê xwe hem wekî parastina çanda resen pênase dike û pê aboriya xwe jî xurt dike.
Di civaka Kurd de gelek dayikên ku parêzvanî pêşengiya parastina dîrok û çanda Kurdî dikin hene. Xwesteka wan ew e ku nifşên nû jî piştî wan vê çand û nasnameyê ji bişaftinê biparêzin. Têkildarî girîngiya parastina çandê dayika bi navê Ewaş Mihemed ji me re axivî.
 Ji temenê 12 salî ve karên destan çêdike
Ji berê de dibêjin ger mirov di zaroktiyê de fêrî tiştekî bibe, ev hînbûn weke nexşa ser kevir dimîne. Têkildarî pênaseya vê kedê dayika Ewaş wiha dibêjê: “Di temenekî pir biçûk de ez fêrî çêkirina karê destan bûme, keda min 38 sal li pey xwe hişt salên tijî xebat û girêdana bi çanda resen re ne. Dema dayika min û cîran li hev kom dibûn û karên destan çêdikirin, min bi mereqeke mezin li wan mêze dikir. Dayika min xwest ez jî hîn bibim, ji bo di dema hînbûnê de her ez şaş dibûm moral dida min û ji nû de bi min dida çêkirin. Dayika min çû ser dilovaniyê û mîrasekî têr û tijî ji min re hişt û heya niha ez vî mîrasî diparêzim. Min berê hazirtiyên bûkan, pêwîstiyên malan û cil û bergên zarokan hemû çêdikirin jinên taxê pir ji karê min hez dikirin. Piştî ku ez zewicîm û zarokên min çêbûn ev kar ji min re bû jêdera aboriyê. Ez pir qîmet didim vî karî ev nasname û dîroka min e.”
 Di mijara parastina çandê de yekbûna jinan
Di mijara parastina çandê de nêrîna hemû jinan û keda wan dibe yek û bi xwe re jî kombûna jinan ava dike. Ewaş der barê vê mijarê de wiha nêrîna xwe anî ziman: “Jiyana me berê pir xweş û bi wate bû, jin hemû li hev kom dibûn û bi hev re hirî dirêsan, tentene çêdikirin û di ber de jî civata me li dar bû. Kîjan jin tişteke nû fêr dibû dihat hînî hemû jinan dikir rihê hevparbûnê di nava me de pir li pêş bû. Gelek caran li ber çirayê me çêdikir û wisa heya berê sibehê me karê di destên xwe de xelas dikir. Tama jiyanê pir xweş bû û dema mijar dibû çand û ked yekbûna jinan pir li pêş bû.”
 Erka parastina çanda resen
Ewaş bang li hemû jinan kir ku vegerin ser çanda xwe ya resen û parastina wê bikin da ji nifşekî derbasî nifşê din bibe û wiha bi dawî kir: “Her çiqas pêşketin çêbibe jî divê em keda dayikên xwe ji bîr nekin, mirov li kîjan deverê be pêwîst e paratina çanda xwe bike. Divê em ji şaşîtiyên xwe hîn bibin û li derdorê binêrin bê çiqas êrîş li ser vê çanda me tên kirin. Bila hemû jin destên xwe bidin hev parastina çanda resen erka me hemû jinan e.”
JINHA
Back to top button