Gotar û hevpeyvîn

Em ê heya mirinê ax û rûmeta xwe biparêzin

9’ê Cotmeha 2020’an hikumeta navendi ya Îraqê û rêveberiya Başurê Kurdistanê li ser Şengalê li hev kirin û hinek bendên hevpeyîmanek nû li ser Şengalê di nava xwe de erê kirin. Dema ku welatiyên Şengalê hayî ji van lîstokên wan bûn helwesta xwe nîşandan û dest bi çalakiyan kirin. Yek ji çalakiyên domdar jî konê çalakiya rumetê ya bi diruşma “Em hemû asayişin” di roja 114’an de dewam dike. Ji çalakvanan endama Kordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Xoxê Cindî da zanîn ku ewê heta gihiştina encamê çalakiya xwe bidomîne.
 “parastina çiya parastina rûmeta me ye”
Xoxê Cindî di derbarê rûdanên dawî yên li Şengalê derketin de ev nirixandin kir: “Ji 3’ê Tebaxa 2014’an ve em bi zarokên xwe re li berxwe didin, tu hêz nikare axa me carek din dagir bike em ê heya dawiyê welatê xwe biparêzin. Yên ku dixwazin me tune bikin em ê jî bi hêzên xwe li hemberî wan bisekinin. Armanca hikumeta Îraqê ew e ku em serê xwe jê re bitewînin lê gelê ku di fermanan re derbas bûye wê bindestiyê careke din qebûl neke. Hemû astengiyan dikin tenê ji bo gel dev ji berxwedanê berde. Armanca me parastina axa dapîr û bapîrên me ye, ger pêwîst bike em ê canê xwe jî fedayî wê bikin. Parastina çiya parastina rûmeta me ye. Dixwazin fermaneke nû li ser Şengaliyan rakin. Em ne Êzdiyên berê ne êdî hêza me ya parastinê heye emê bawerî nedin tu hêzên derve. Em ji ber parastina bawerî û çanda xwe ve şer dikin. Banga me ji tevahî gelê êzdî re ewe bi erkên xwe yê parastinê rabin û nehêlin dijmin têkeve nava xaka me.”
JINHA
Back to top button