Civak û çand

Mihrîcana Yekta Herekol a 5`emîn dest pê kir

Mihrîcanê navê şanogerê Kurd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) rakir. Yekta Herekol 27’ê Adara 2004’an di Roja Şano ya Cîhanê de ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî gelê Kurd çalakiyeke fedayî pêk anî. Herekol piştî pêşandana şanoyê, li Qada Sedellah El-Cabirî ya Helebê, agir berda bedena xwe.

Ji bo bibîranîna şehîd Yekta Herekol mihrîcaneke şanoyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5’emîn bi beşdarbûna girseyeke mezin bi şahiyekî li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hûnerê ya li Qamişloyê dest pê kir.

Şahî bi xwendina nameya şehîd Yekta Herekol dest pê kir, dûvre bernameya mihrîcanê hate diyarkirin.

Piştre nameyên bi dîmen ên hin hunermend, derhêner û nivîskarên Kurd ên li derveyî welat ku ji ber vîrusa Koronayê nikarîbûn beşdarî mihrîcanê bibin, hatin pêşandan.

Piştre 3 şanoyên hatin pêşkêşkirin ku balê dikişîne ser rewşa gelê Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê û komployên navneteweyî yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di şanoyekê de gelek kesayetên ji çandên cihêwaz tev li bûn, ev dide diyarkirin ku Şoreşa Rojava ya ku bi saya berdêlên şehîdan pêk hat, ji gelê azadîxwaz re bû sîwanek.

Di şanoya sêyem de jî rewşa Kurdan û xwestekên dijmin ên ji bo ajandeyên xwe û hewldanên wê yên derxistina fitneyan hate diyarkirin. Şano peyama banga yekitiya gelê Kurd, têkbirina hemû planan û hewldanên astengkirina diyalogên bi armanca misogerkirina yekitiya gelê Kurd têne lidarxistin, dida.

Di çalakiya roja yekem a mihrîcanê de hin tabloyên hunerî yên derçûyên Fakulteya Hûnerên Bedew a Zanînga Rojava hatin pêşandan.

Mihrîcan heta 6`ê Nîsana bê berdewam dike

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27