Gotar û hevpeyvîn

Hesîna Ehmed: 4 nîsan ê rojbûna vîna gelê kurd e

4/4/ 1948 ê Nîsanê ne tenê rojbûna rêber APO ye , belê ew rojbûna gelê kurd e , gelê ku hatiye dagirkirin bi hezarên salan gelê ku hemî polîtîkayên tunekirin , kuştin , talan û wêrankirin li ser hatiye meşandin gelê ku nasname , ziman û hebûna wî bi darê zorê jê hatiye standin , ji ber vê yekê rojbûna rêber APO rojek pir girîng e û wetedar e , ne rojek e normale wekî rojên din , rojbûna rêber APO rojbûna rastiya netwa kurd e ,  rastiya dîroka veşartî û rojbûna wî rojbûna dîroka kevin û rast a netewa gelê kurd e di hemî serdeman de 4 ê Nîsanê rojbûna dîroka kurdan a kûr , dûr û mezin bi kûrahiya ku jiyan hatiye afirandin.

Rêber APO bi hizir û felsefeya xwe gelê kurd hişyarkir ji xewa giran , bi hezarên salan ku ev gel razaybû , ji ber vê yekê dest bi tekoşîna hizrî kir ji gelê kurd re xuyakir ku çiqasî mêjiyê wî hatiya dagirkirin û bûye heman mêjiyê dijminên wî ji ber dagirkirina hişmendiye û mêjî hê ji dagirkirina xak û welatan xetertire û dijminên gelê kurd dagirkeriya xak û welatê wî bi darê zorê û bi hêza çekê kiriye , lê mêjî û hişmendiya wî bi hesanî û gelek şêwazan dagirkiriye.

Rojbûna rêber APO rojbûna hişyariya gelê kurd e , rojbûna îrada xûrt e ya ku serok berxwedan û tekoşîn bi salan ji bo wê kiriye û ji bo ku şoreşa hişmendî avabike ji ber mirovê ku ji hişmendiya dagirkeran rizgar nebe nikarê li dijî wan şerbike û welatê xwe rizgar bike.

Ev 22 sal ku rêber APO di zindanê de ye li Cezîra Imralî di nîvê deryayê de ye û bi ser de jî dewleta tirk tecrîd ferzkirine li ser wî û nahêlin ku parêzerê xwe û malbata xwe bibîne ji ber ku dijmin dizane bê çiqasî fikir û felsefa serokatî xetere li ser rêjîma wan a diktator û faşîst , rêjîma wan ya netew perest dewleta tirk xwe dixapîne , dibêje di kesayeta  Ebduleh Ocelan de min miletê kurd tev kiriye zindanê de.

raste serok fîzîkî ne di nav me de ye , lê rêber APO azade bi hizir û îrada xwe , ji xwe miletê kurd bi bêhna rêber APO jiyan dike û doza wî ye jî ku gelê kurd azad bibe ji hişmendiya dijminan weke wî .

rêber APO bi îrada xwe zindan kir çavkanî û jêdera hizrê azad , kir cavkaniya proja netewa demuqrat ji bo ku her kes û her netew ji fikrê netew perestî, diktatorî û terorî rizgar bibe.

A herî giring û li ber cav û wekî ku tê zanîn ku rojbûna serokatî rojbûna jina azade, jina kurd ku her demê di bin siya zilam de bi koranî û bê îrade bû,  çarenûsa wê di destê her kesî de bû  lê ne di destê wê tenê de bû, jinek bindest, xizmetkarek bê maf wekî firaxek malê, kengî bê dikarin wê bavêjin.

rêber APO şoreşa jinê avekir û bi destê wê girt û wekî hemî çiyayên Kurdistan pişt û hêze ji jinê re.

Rêber APO mêjiyê jinê vekir, westiya ji bo wê, her demê moral day wê, ta roja îro jî dibêje ez amademe ku hîn ez bi deh şoreşên din jî rabim ji bo azadî û serkeftina jinê. ji ber vê yekê rojbûna wî rojbûna jina azad û tekoşere, rêber APO hişt ku jin karibe xwe û welatê xwe bi parêze hişt ku jin bibe cihê biryar girtinê.

Rêber APO jiyan ji mirinê afirand, ji ber wilo em rojbûna wî li gelê kurd û hemî gelên azadî û aşîtî xwaz pîroz dikin û em weke gel em dozê li hemî tevgerên siyasî, civakî û hemî rêxistinên mafên mirovan ku bi erk û karê xwe rabin û li dijî sitemkariyê derkevin bi taybet a dewleta tirk.

Hesîna Ehmed

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button