Siyaset

Jinên ji Reqayê: Delweta Tirk ji nameyên Ocalan ditirse

Piştî belavbûna agahiyên li ser nebaşbûna rewşa tendurisî ya rêber Abdullah Ocalan, tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û banga eşkerekirina rewşa rêber Ocalan kirin

Têkildarî mijarê, Rêveberiya Jinan a Reqayê bi dirûşma “Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye”, li çerxerêya Saetê (çerxerêya El-Elem) çalakiya konvedanê orgenîze kir.

Jinên ku beşdarî çalakiyê bûne ji ANHA`yê re axivîn û nerazîbûnên xwe li hemberî bêdengiya dewlet û rêxistinên mirovî nîşan da.

Jina bi navê Şêrîn Qewas bêdengiya navneteweyî şermezar kir û got: “Axaftina rêbertî bi birayê xwe Mihemed Ocalan re têrê nake, divê hevdîtin bi parêzeran û malbatê re çêbe.”

Şêrîn di dewama axaftina xwe de ev pirs kir: “Rêbertî çi sûc kiriye heta ku dewleta Tirk ewqas siyasetên çewisandinê li dijî wî pêk bîne û hevdtînên parêzeran û malbatê qedexe bike?

Şêrîn wiha domand: “Rêbertî kesayetek bi bandor e. Fikr û têkoşîna wî bandor li tevahiya gelên cîhanê kir ku li dijî pergalên zordest derkevin. Divê hemû jin û şênî ji bo rêber Abdullah Ocalan serî hildin.”

`HEVDÎTIN MAFEKÎ REWA YE`

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Meryem Îbrahîm der barê mijarê de wiha axivî: “Axaftina bi rêya telefonê têrê nekir ku em rewşa wî nas bikin. Her wiha nîşan dike ku dewleta Tirk naxwaze rewşa wî eşkere bibe.

Meryem wiha pê de çû: “Rêbertî xwedî taybetmendiyeke aştiyane û çareseriya demokratîk e. Dewleta Tirk herî zêde ji nameyên rêber Ocalan ditirse, bi taybetî yên têkildarî jinan. Ji lew re hevdîtinan qedexe dike.”

Meryem got hevdîtina mafekî rewa ye û bang li rêxistinên mirovî û welatên kir ku zextê li dewleta Tirk bike ji bo ku hevdtîin bi rêbertî re pêk werin.

Hale El-Mûsa jî destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyê vi vê peywendya telefonê dixwaze komployeke din li dijî rêber Ocalan pêk bîne û got: “Em ê berxwedan, têkoşîn û serhildanê dewam bikin heta daxwaza me û serokê me azad nebe, em dê têkoşîn, berxwedana xwe mezin bikin, heta ku rêber Ocalan azad dibe.”

 

Back to top button