Siyaset

Dewleta Tirk ji ber ku nikare hesab bide, ji Peymana Stenbolê vekişiya

Dewleta Tirk bi salan e ku bi rengekî rojane êrîşî destkeftî, îradeya jinan dike. Tundiyê li ser jinan dide meşandin û bi vê yekê hebûna desthilatdariya xwe berdewam dike. Di 20’ê Adarê de hat ragihandin ku dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê vekişiyaye. Ji bo ku bi rengekî rehet tevbigere û bêyî ku hesabên sûcê dagirkeriyê der heqê jinan de bide, xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Her wiha bi rengekî rojane jin û rêxistinên jinan li tevahî cîhanê nerazîbûnên xwe tînin ziman û vê yekê qebûl nakin.
Di 11’ê Hezîrana 2011’an de Endamên Meclisa Ewropayê serdana Stenbolê kirin û peymana Stenbolê hat nirxandin. Bi tevlibûna 246 kesan peymana Stenbolê hat îmzekirin û di sala 2014’an de bi awayek fermî ket meriyetê. Di 3’yê Temûza 2017’an Grevio der barê Tirkiyeyê de rapora yekem weşand ku pêwîst e tundî bê bidawîkirin, vesazîkirina hiqûqî bê çêkirin. Di 2020’an de Serok Komara Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan diyar kir ku wê ji peymana Stenbolê vekişin lê ew nêzîkatî ji aliyê rêxistinên jinan ve hat şermezarkirin û helwestên neqebûlkirinê xwe dane pêş. Herî dawî jî bi awayekî fermî di 20’ê Adara 2021’ê de xwe ji peymana Stenbolê vekişand. Girêdayî mijarê Berdevka Kongreya Star a Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziye Mihemed nêrîna xwe parve kir.
“Bi berxwedana jinan projeya neteweya demokratîk hat nasîn”
Remziye Mihemed êrîşên dewleta Tirk li dijî jinan wiha şîrove dike: “Di van salên şoreşê de, ev 10 sal in xebateke mezin bi pêşengiya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin. Jinan cihê xwe di nava avakirina rêxistinbûna bajêr, herêm û tevlibûnan de girt. Bi hejmarên mezin di aliyê leşkerî de bi cih bûn, ji bo xurtkirina aliyê parastinê û rizgarkirina herêmên me ji terorîstên DAIŞ’ê jinê berxwedaniyek pîroz dan meşandin. Rola herî pîroz jî avakirina projeya neteweya demokratîk bû ku jinan cihê xwe di qadên siyasî, civakî, dîplomasî, ragihandin û çandî de girtin. Her wiha bi nêrîna xwe civaka xwe bi rêve dibin û rêxistinbûna xwe ava dikin. Di dema rejîma Baasê de jin dihat kolekirin û bi avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re îrade û enerjiya jinan a ku bi salan hatibû fetisandin derket holê. Projeya neteweya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bi ser ket û bandorê wî li tevahî cîhanê kir. Bi şoreşê re gelek destkeftiyên jinan hat bidestxistin loma dagirkerî û desthilatdarî her dem êrîşî destkeftiyên me dikin. Dewleta Tirk tu caran serkeftina jinan nepejirand loma roj bi roj bi tevahî êrîşên xwe de jinan armanc digire. Niha jî êrîş dibe ser parlamentor, siyasetmedar û rêxsitinbûna jinan. Êrîşên ku li ser jinan tên meşandin tundî û kiryarên dagirkeriyê ne.”
“Divê rêxistinbûna tevahî jinan xurt be”
Remziye Mihemed vekişandina dewleta Tirk ji peymana Stenbolê wiha dinirxîne: “Dibe ku dewleta Tirk dewleteke cihê xwe di nava peymana parastina mafên jinan ku hatibû îmzekirin de bigire lê ji ber van tundiyên ku li ser jinan dide meşandin nabe ku cihê xwe bigire. Heger ku cihê xwe tê de bigire, pêwîst e sûcên ku der heqê jinan de tên kirin bidarizîne. Tevî kiryaran tu dewletê li hemberî sûcên dewleta Tirk dengê xwe nekir, ji ber ew dewlet jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigeriyan. Dewleta Tirk ji ber ku nikare hesab der heqê jinan de bide û êrîş û tundiya xwe li ser jinan bide meşandin ji Peymana Stenbolê vekişiya. Dewleta Tirk piştî ku xwe ji Peymana Stenbolê vekişand peyama tehlûkeyê da me loma divê tevahî rêxistinên jinan ên ku Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn tedbîrên xwe bigirin. Divê li hemberî vê pêngavê em rêxistinbûna xwe xurt bikin û xwedî li nirx û mîrasên şoreşa jinê derkevin.”
“Divê jin li hemberî kiryaran xwedî helwest bin”
Remziye bang li jinan kir ku li dijî hemû êrîşan xwe bi rêxistin bikin û wiha domand: “Em vekişandina dewleta Tirk ji peymana Stenbolê nîşaneyek bi tehlûke dibînin loma bi rojane em çalakiyên nerazîbûnê li dar dixin û dengê xwe bi dengê jinên ku xwedî helwest in re yek dikin. Divê tevahî rêxistinên jinan giranî bidin perwerdekirina jinan da ku zanistek bi tendurist di nava jinan de were avakirin. Di nava saziyên jinan de em giranî didin çawaniya xweparastinê ji şerê taybet. Yên ku xwedî li civaka xwe derkevin û bi rêve bibin jin in loma divê jin di hemû qadan de xwe zana bikin û civaka xwe ji tehlûkeyê biparêzin. Bi berxwedana jinan wê pergala me bi ser bikeve. Banga me ji jinên Bakurê Kurdistanê re heye ku di aliyê têkoşînê de hîn bêhtir berxwedêr bin. Divê rêxistinên jinan di aliyên hiqûqî de di qada navneteweyî de dan û standinê bikin da ku em rê li ber tundiya li ser jinan bigirin.”
JINHA
Back to top button