Siyaset

Nermîn Osman Hesen : mijara rêber APO xeta sore ji her kurdekî re

Demek dirêj parlementeriya Kurd a Başurê Kurdistanê kiribû. Di navbera 2005-2006 de wek parlementerek Kurd a YNK li Iraqê vezîrê desteya jin bû. Di navbera 2006-2010 jî vezîrê havirdor a Iraqê bû. Niha jî çalakvan e di rêxistinên sivîl de, di warê mafê jinan û dîroka jin  de dixebit e,

Nermîn qala rewşa rêber Ocalan kir, ku beriya demek ê nûçe ji hêla çapemeniya tirk ve ku tenduristiya rêber Ocelan xirabe.

“Ev mijar xeta sore ji her kurdekî re ji ber wê me daxwaz ji hemî saziyên mafê mirova , rêxistinên navnetewî û dewletên mezin ku parêzerên rêber APO hevdîtin bi rêber re çêbikin ji bo zanîna rewşa tenduristiya wî .

Di vê rewşê de dewleta Tirk nikare qala demoqrasiyê bike ji ber ew bingehên herî hêsan di demoqrasiyê de pêk naynin .

Em dizanin ku her girtiyek heqê wan ji hevdîtinê re heye û nabe ku jiyana wan di metirsiyê de be . Ne tenê ji bo rêbertî lê ji bo her girtiyekî siyasî .

Birêz Ocalan rêberê gelê Kurd e, bi xwe pêşengiya rêxistinbûyîna mezin a jin û partiyekê mezin kiriye, ji ber vê yekê divê kesên dilsozê wî ne, tiştê ku ji destê wan tê her bikin da ku ew karib e mafên xwe yên herî bingehîn ango hevdîtin pêre were çêkirin.

Dewleta turk da zanîn ku yên herî zêde di zindanên wan de çalakvanin , siyasetmedarin û kesên ku daxwaza azadiyê dikin , ew her gav idîa dike ku demokrat e, lê ew mafên herî bingehîn ên demokrasiyê nade. Ne tenê ev û mafê neteweperweriya kurd jî, li gel wî nayê qebûl kirin.

Ya ku divê em bikin kampanyayek e ku destûr were dayîn ku em bihêlin serdan ji rêber Ocalan re were kirin , qe nebe ji bo ku ew biçin bizanin ka di warê tenduristiyê de çi hewceyên wî hene.

Çi cureyê danûstandinê li wir pê re tê kirin, kes nizane gelo dewleta turkî ji bo ewlehiya birêz Ocalan gavên tenduristiyê dişopîne an na.”

 

 

 

 

 

 

Back to top button