Civak û çand

Kongra Star Li Silêmaniyê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina dar û şitlan pîroz kirin.

bi boneya nêzîkbûna 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
li  navçeya Koyeyê ya Hewlêrê 72’mîn rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin

Herwiha Li Silêmaniyê Kongra Star û Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi tevlîbûna Kurdistaniyan 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina dar û şitlan pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre jî welatiyan şitlên darên zeytûnan çandin.

Piştre jî Nûnera Kongra Star a Başûrê Kurdistanê Lêman Şwêş axivî û 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Ocalan yekan e kese ku pirsa Kurd û gelên herêmê çareser bike. Divê di serî de jin û ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê tim li qadan bin.”

Pîrozbahî piştî axaftinan bi gerandina govend û qîrkirina dirûşman bi dawî bû.

Back to top button