Civak û çand

Mirovên ji hunerê hez dikin nikarin jê dûr bikevin

Hîdayet Osman a 49 salî hezkirin û girêdana xwe ya bi çand û hunerê re tîne ziman û dibêje: “Mirovên ji hunerê hez dikin nikarin jê dûr bimîne, ji ber huner tiştek giyaniye û her dixwaze xwe nîşan bide.”

Girêdana dayikê bi çandê re girêdaneke xwezayî, dayikên Kurd çanda xwe ji helandinê parastine û anîne roja me ya îro. Hîdayet Osman a 49 salî ji gundê Kurzêlê yê Şêrewaya Efrîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û niha tevî sê zarokên xwe li Helebê dijî. Ji 9 saliya xwe ve stranan dibêje û niha jî rêvebera Tevgera Çand û Hunera Helebê ye. Dayika Hîdayet ji me re serpêhatî û şopa xebata xwe ya hunerî dike.

“Ez û birayê xwe yê tembûrvan bi hev re dixebitîn”

Hîdayetê behse girêdana di navbera xwe û hunerê de kir û wiha anî ziman: “Min çavên xwe di nava malbateke hunermend de vekir dayik û bavê min her duyan ji dengbêjiyê hez dikirin. Di dibistanê de dengê min pir xweş bû mamosteyên min piştevanî didan min û her ji min re digotin tê rojekê bibî hunermend. Di navberan de mamosteyan gazî min dikirin da ji wan re stranan bibêjim, hestên min pir nazik bûn û awazên min ji dil derdiketin. Birayê min jî tembûrvan bû em bi hev re dixebitîn. Derdorê ji me re digotin mala hunermendan. Di şahiyên Newrozê de me her stran digotin û yekem car di sala 1985’an de li gundê Kurzêlê yê Şêrewaya Efrînê min di Newrozê de stran gotin kelecaneke xurt min girtibû û ez pir kêfxweş bûm. Li Helebê di sala 1986’an de komên hunerî hatin avakirin endamên koma Şehîd Serxwebûn ez vexwendim ku ez jî beşdarî nava komê bibim ji wir û şunda êdî min dest bi xebatên hunerê kir.”

“Min di Akademiya Mahsum Korkmaz de stran got”

Hîdayet bal kişand ser êrîşên ku ji aliyê rejîma Beasê ve li ser çand û hunera Kurdî dihat kirin û wiha pêde çû: “Li Sûriyeyê qedexe bû mirov bêjin em Kurd in, kesên ku cesaret dikirin jî roja dinê dihatin binçavkirin û çarenûsa wan ne diyar bû. Em di nava zehmetiyên pir cidî de dijiyan, tevî wê jî me hunera xwe ji kiryarên rejîmê parast. Bi karên hunerê re êdî em hînî rêbazên rêxistin û dispilînê bûn , bi îsrar û têkoşîna xwe me dikaribû gelek destkeftiyan bînin roja îro. Di sala 1989’an de li Akademiya Mehsûm Korkmaz a Lubnanê min dîsa di şahiya Newrozê de stran gotin, ew şahî coşa wê cuda bû û kêliyên wê jî heya niha di bîra min de ne. Heya vê kêliyê jî di xebatên hunera xwe de domdar im û diparêzim.”

“Huner heskirin û berdewamiyê dixwaze”

Hîdayet destnîşan kir ku hestên hunerê her bi mirovan re zindî dibin û wiha domand: “Mirovên ku ji hunerê hez dikin nikarin jê dûr bikevin ji ber her ew hezkirin ji ruhê wan diherike. Di civaka Kurd de dengbêjiya dayikan li pêş e û heya radeyeke bilind civak ji dengê dayikan hez dikin bêtir ji dengbêjiya mêran. Em bi kelecana hest her tiştî di hundirê xwe de vedbêjin. Em mîras û bingeha vê hunerê ne, ji bo wê her hêviya me heye nifşên pişt me jî divê vê çand û hunerê biparêzin.”

Di dawiyê de Hîdayet destkeftiyên jinan di nav şoreşê de bi bîr xist ku niha ew dikare rehet dengbêjiyê bike û wiha gotina xwe bi dawî kir: “şoreşa jinan derfeta jiyana nû bû, watedariya rast a jiyanê bi me da nasîn û pê re jî me mîrasê destkeftiyên xwe tê de pêşkêş kir. Niha jinan cihê xwe di beşên hunerê yên cur be cur de girtine û xwedî berhemên bi qîmet in. Banga min ji bo hemû jinan ew e mîrasê keda xwe biparêzin da zarokên me jî hîn bibin û zindî bihêlin.”

JINHA

Back to top button