Arşîv
Kongra Star ji pêşiya mala rêbertî: Em ê têkoşînê xurt bikin heta tecrîd bi dawî bibe
Tê payîn ku çalakî 4 rojan berdewam bike. Endamên Kongra Star dê di nava 24 saetan de nobet bigirin
Çalakî bi dayîna daxuyaniyekê dest pê kir. Endama Kongra Star Mîdya Silêlman daxuyanî xwend.
Mîdya Silêmanêrişa li dijî mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima şermezar kir û got, êrişa li dijî mala rêbertî hedefgirtina jinan û destkeftiyên şoreşa Rojava ye.
Her wiha got, têkoşîna jinan heta rakirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan berdewam e.
Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker roja Înê di saetên berbanga sibehê de mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelûr ê rojavayê bajarê Kobanê bomebebaran kir.