Arşîv

Kongra Star: pêwîste hemû saziyên navntewî yên mafên mirovan û mafên jinan destwerdaneke lezgîn ji bo rewşa Turkiyê çêbikin

Ev kiryarên hovane ku bi rakirina zagonên parastina mafê jin û malbatan tê şênberkirin tê wateya ku dewleta Turkiyê ji bo parastina Emberatoriya Osmaniyan her cûreyê hovitiyê bi karbîn e .

Bi salan e dewleta Turk ya faşist şer û êrîşên xwe li ser gel , sazî,partiyên me li Bakurê Kurdistan ê û tevahiya Kurdistan ê jî nade sekinandin .

Bi bihanên (hincetên) cûda cûda de bi qezenckirina raya netewdewletên Eurpa êrîş û sûcên li dijî mirovahiyê li ser erdê rawa dik.

Ji astengkirina hevdîtinên bi Rêber APO re , derbasbûna xaka Sûriyê  , deswerdana Lîbiya yê, her wiha bikaranîna çekê kîmawî di şerê Serêkaniyê û Girê Sipî de, girtina şervana YPJê çîçek kobanê ji erda Sûriyê û birîna hikûmê mûabed yanî ta dawiya jiyana xwe di zindanê de razê ev hemû sûcên li dijî mirovahiyê ye . Tu saziyekî mafê mirovan li cîhanê van sûcan rawa nabîne , bi taybet sûcên ku dewleta Turkiyê li ser gel û jinên Turkiyê û Bakûrê Kurdistanê dide meşandin , ji 2015 an ve û heta neha di der heqê parlementerên jin  , siyasetmedarên jin û heserokên şaredariyan yên jin de îşkence têne meşandin û ji mafên xweyî herî biçûk mafê jiyanê têne bê parkirin .

Di vê  pêvajoya dawiyê de jî dîsa ji ber tirsa dewteta Turkiyê ku her nankokî û pirsgirêkên wê yên hûndirên zêde dibin , her wiha ji bo ku rengê demokrasî û pir rengiyê neyê belavkirin û nebe modêl heya ji destê wê tê deng ú rengê azadiyê di şexsê jinên azadîxwaz diperçiqînin bi girtina hevşaredar û siyasetmedar û çalakvanên me yên jin  . Ev jî tê wateya ku hêza dewleta Turk ya çareseriyê bi rêya  diyalog û nîqaşan têr nake , fikir û rê û rêbazên cûda û alternatîva jiyaneke hevbeş û pirrengî tune ye an jî ne mûmkine hêza wî ya deshilatdariyê bihêle jiyaneke azad bijî.Êdî bi rê û rêbazên ji bo rawakirina girtin û biçavkirina jinan li Bakurê Kurdistanê , Turkiyê xwe ji hevpeymana Istenbolê vekişand û hêdî hêdî dixwaze zagona 6284 jî ji nava zagonan raka ku ev zagon û hevpeymana Istembûlê jî ji boyî qedexe û li dijî tûndiya li ser jin û malbat  mafê parastina jinan misoger dikir. Bi bi vî awayî rojane jin têne biçavkirin û di 12ê nîsanê de jî li gorê jînha 26 jin hat biçavbkirin bê ku sûcên wan were zanîn. Di heman demê êrîş li ser komeleya Rose hate kirin û hin endam û dayikên aşîtiyê hatin girtin.

Ev kiryarên hovane ku bi rakirina zagonên parastina mafê jin û malbatan tê şênberkirin tê wateya ku dewleta Turkiyê ji bo parastina Emberatoriya Osmaniyan her cûreyê hovitiyê bi karbîn e .

Li ser vî esasî her reng û cûreyên îşkence û peydakirina zor û zehmetiya karê xweyî sereke dibîne ji bo astengiya pirojeya demokrasî û wekheviya zayendan. Ji ber dizanin pirojeya ku jin tê de esas were girtin wê pirojeyekî serkeftîbe , pirojeyekî neheqî tê de li tu kesî nayê kirin , li ser esasê wekheviyê jiyan were meşandin û rê nede dîktatoriyan dîroka xwe dúbare bikin û jiyanekî bi ewlekarî ji bo hemû civakan were misogerkirin.

Ji bo vê yekê  em wek Kongra Star banga ji hemû saziyên navntewî yên mafên mirovan û mafên jinan ku destwerdaneke lezgîn ji bo rewşa Turkiyê çêbibe û mijarên girtina bê heq yê parlemeter û hevşaredarên û gelên azadîxwaz were lêkolînkirin , herwiha banga me ji bo tevahî rêxistinên jinan ku bi yek deng û yek helwestbin  ji bo neheqiya ku li  ser jinan tê kirin  û xurtkirina kar û xebatên jin yên ji bo pêkanaîna projeya Netewa Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanca me ya sereke be.

Dîsa banga me ji bo hemû jinên Kurdistan ê ku roleke serek û bingehîn di li darxistina kongra netewî  de bileyz e ta ku em bibin dengê û hêza parastina hemû jinan.

Bijî berxwedana Îmralî.

Bijî Rêber APO.

Bijî berxwedana zindan an.

Berxwedan jiyan e .

Jin jiyan azadî.

Koordînasyona Kongra Star.

17/4/2021.

 

Back to top button