Gotar û hevpeyvînSiyaset

Bêrîvan Xalid: Êdî dê sînorek ji êrişên re were danîn

Ev 3 roj e êrişên çeteyên girêdayî hikumeta Şamê yên “Dîfaa El-Wetenî” li bajarê Qamişloyê berdewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di çarçoveya parastina rewa û parastina sivîlan de bersivê didin.

Der barê êrişên çeteyên Dîfaaa El-Wetenî yên li Qamişloyê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji ajansa me axivî û got armanca van êrişan derxistina nakikoyan di navbera Kurd û Ereban de ye.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji qadê ragihandine, şer di hundirê taxa Teyî de û li derdora Dibistana Hilko ya aliyê başûrê Qamişloyê, didome.

Bêrîvan Xalid bi bîr xist ku ev êriş ne cara yekemîn pêk tên û got: “Dem bi dem hikumeta Şamê bi rêya van milîsan dixwaze ewlehiya herêmê û deskeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe. Em ê rê nedin tu kesî ku ewlehî û deskeftiyên herêmê binpê bikin û em ê ewlehiya herêmên xwe biparêzin. Wê bersivdayîn û sînorek ji wan re bê danîn. Hewldanên wan hene ku fitneyekê di navbera Kurd û Ereban de çêkin.”

Duh çeteyên Dîfaa El-Wetenî, zarokê bi navê Mehmûd Mehmûd ê 10 salî şehîd xist û gelek sivîl jî birîndar kirin.

Bêrîvan têkildarî hedefgirtina sivîlan ji aliyê çeteyên Dîfaa El-Wetenî ve jî, got: “Mixabin, êrişên van çeteyan xetereyekê li ser jiyana sivîlan jî çêdikin. Hewldanên hêzên me hene ku sivîlan ji wir derxin û wan biparêzin.”

Hêjayî gotinê ye ku çeteyên Dîfaa  El-Wetenî li herêmê gelek sûcên wekî revandina şêniyan, dizî, firotina madeyên hişbirê û derxistina tevliheviyê kirine.

Back to top button